Li Qamişloyê ciwanan konê greva birçîbûnê vedan 2021-01-12 16:01:22     QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi ser bikevin” ji bo piştigiriya berxwedana zîndanan û rakirina tecrîda ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, konê greva birçîbûnê hate vedan. Bi dehan ciwanan dest bi greva birçîbûnê kirin.    Bi armanca piştgiriya berxwedana zindanan û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan , Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan dest bi greva birçîbûnê kirin. Konê grevê li parka navenda Netewên Yekbûyî (UN) a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê hate vedan. Bi dehan ciwan tevlî çalakiya greva birçîbûn bûn û dê çalakiya xwe heta 9 rojan dewam bikin. Konê çalakiyê bi wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hat xemilandin. Di roja yekem de Meclîsa Malbatên Şehîdan û Partiya Sûriya Pêşerojê tevlî vekirina konê çalakiyê bûn.   Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Mediya Qamişlo armancên çalakiya xwe anî ziman ziman û ev tişt got: ” Li hemû bajar û herêman, ciwanên şoreşger dest bi çalakiyên cur bi cur kirine. Me jî xwest em bibin beşek ji vê têkoşînê û piştgiriya berxwedana zindanan bikin. Ji bo ku em bigihêjin azadiya xwe pêwîst e em her tim di nava çalakiyan de bin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têbikoşin.”