Derbarê dayika Sêvê Demîr Sakîne de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-01-12 15:37:52   ŞIRNEX - Serdozgeriya Şirnexê gazî dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr kir ku biçe îfadê bide. Sakîne, îro çû serdozgeriyê û îfade da.   Serdozgeriya Şirnexê gazî Dayîka endama Meclîsa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr ku li navçeya Silopî ya Şirnexê di qedexeya derketina derve de, di 4’ê Çileya 2016’an de bi guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin jiyana xwe ji dest dabû Sakîne Demîr kir ku biçe îfadê bide.   Li Şirnexê, 2'ê mijdara 2020'an de ji hêla serdozgeriya Şirnexê ve li dijî Kongreye Civakên Demokratîk(KCD) lêpirsîn hatibû vekirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya vê lêpirsînê de der heqê Sakîne de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Sakîne, îro çû serdozgeriyê û îfade da.