Li Colemêrgê yek jê jin 3 kes hatin binçavkirin 2021-01-12 14:29:30     COLEMÊRG - Li Colemêrgê di serdegirtinên malan ku ji aliyê cendirmeyan ve hatin kirin de yek jê jin sê kes hatin binçavkirin. Derbarê kesên hatin binçavkirin de tu agahî nedan malbatên wan.   Li taxên girêdayî navenda Colemêrgê Keklîkpinar û Dag golê cendirmeyan bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinan de Beyaz Coşkun û lawê wê Yaşar Coşkun, û Suleyman Coşkun hatin binçavkirin.    Hat ragihandin ku derbarê kesên hatine binçavkirin de ji malbatên wan ên ku çûne muduriyeta polîsan a Colemêrgê re tû agahî nehatiye dayîn.