Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 26'an de didome 2021-01-12 14:23:27     MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, bi koma 13'an di roja xwe ya 26'an de berdewam dike.   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya li Mexmûrê bi koma 13’an di roja 26'an de berdewam dike.    Tendirustiya çalakvanan her roj ji aliyê saziya tendirûstiyê  ya wargehê ve tê şopandin û her wiha her roj şêniyên wargehê kom bi kom seredana çalakvanan dikin, bi stran û dengbêjiyên xwe reng didin çalakiyê.