Li girtiyê bi kurdî axivî ceza birîn 2021-01-12 12:17:57   AMED - Li Firat Darî yê li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin bi boneya li gel dayika xwe bi telefonê kurdî axiviye axaftina wî wekî “şîfrekirî” hatiye dîtin û cezayê qedexeya mehek axaftina bi telefonê lê hatiye birîn.    Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên j PKK û PAJK’ê ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 47’emîn de berdewam dike, li gel ku girtî dixwazin binpêkirinên mafan bi dawî bibin jî ev binpêkirin li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û berdewam dikin.    Ji ber bi kurd axivî ceza birîn?    Firat Darî yê ji Doza Nisêbînê 6 sal in girtî ye li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T tê ragirtin û di 4’ê çileyê de bi rêya telefonê li gel dayika xwe axivîbû. Hat zanîn ku Firat bi kurdî li gel dayika xwe axivî ye û di telefonê de ji dayika xwe re gotiye “Rewşa Amedê çawa ye.” Dayika wî jî bersiva wî daye û gotiye “Baş e, baran e.” Ji ber van gotinên kurdî derbarê Firat de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Di lêpirsînê de hat gotin ku axaftin “şîfrekirî” ye û ji ber vê yekê mehek cezayê qedexekirina hevdîtina bi telefonê li Firat hatiye birîn.    'Nizanim wê ev ceza kengî bê sepandin'    Firat Darî duh bi birayê xwe Ahmet Darî re bi rêya telefonê hevdîtin pêk anî û wiha jê re gotiye: “Hefteya derbasbûyî ez bi dayê re axivîm. Min jê pirsa ‘Rewşa Amedê çawa ye?” kir. Dayê jî got ‘Baş e, baran e.’ Li ser vê yekê îdareya girtîgehê axaftina me wek a ‘şîfrekirî’ hesibandiye û ji ber vê mehek cezayê qedexeya hevdîtina telefonê li min birîn. Ez nizanim wê ev ceza kengê were sepandin.”   'Em li hêviya piştevaniya gelê xwe ne'   Firat destnîşan kir ku wî di koma nehemîn a greva birçîbûnê de cih girtiye û got: “Heta daxwazên me bi cih werin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em di vî warî de li benda gelê xwe ne ku piştevaniya me bike.”