Mêr rêgeza ‘îfadeya jinê esas e’ manupule dikin 2021-01-12 09:09:08   Nişmiye Guler   STENBOL - Aktîvîstên mafê jinan diyar kirin ku piştî êrîşên li hember Peymana Stenbolê der barê rêgeha ‘îfadeya jinê esas e’ manupulasyon hene û di rewşên ku ev rêgez pêk nayê de teşhîr dibe alava parastina cewherî.   Ji ber biryarên ku daraza mêr dide jinên li ser çapemeniya civakî li edaletê digerin, destdirêjiya gotinî û zayendî teşhîr dikin. Jinên gotin ‘şîdeta mêr ne munfetîte’ biryarên daraza mêr jî teşhîr dikin.Piştî êrîşên li hember Peymana Stenbolê şûnde mêran pişta xwe dan ‘daraza pê bawer dikin’ û hewl dan rêgeza ‘îfadeya jinê esas e’ manupule bikin. Berdevka Meclîsa Jinan a Stenbolê ya HDP’ê Beser Çelîk û ji Tora Parastina Jinan Çagla Akdere got rêgeza ‘îfadeya jinê esas e’ mafekî hatiye qezenckirinê ye û tu car wê tawîz nedin.   ‘Rêgeh tê manuplekirin’   Ji Tora Parastina Jinan Çagla Akdere bi lêv kir ku rêgeha ‘îfadeya jinê esas e’ tê manupulekirin û got: “Ev rêgeh mexuriyeta mêr ava nake. Têgeha ‘îfadeya jinê esas e’ dibê di sûcên zayendî de li delîlan nayê gerîn ji bo lêpirsînê delîlek têr dike. Di şîdetên li ser jinan de hinek hincetên weke dane tune şahid tune hene. Ji ber hinceta nebûna delîlan jin jî nikarin serlêdanê bikin yanî pêşî lê tên girtin.”   'Bi giştî manîpulasyon e'   Çaglayê daxuyakirin ku pergala patrîarkal cureyek ‘tîpa jinê’ afirandiye û ev jî li pêş têkoşîna li hember şîdetê astengiyê ava dike û ev tiş anî ziman: “Jinên rastî êrîşa zayendî tên hem di civakê de hem di darazê de bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev. Di bûyerên wisa de ji bo ev hêsan bibe rêgeza ‘îfadeya jinê esas’ girîng e. Gelo çend jinan gotiye ‘îfadeya jinan esas e’ û mêrekî bêguneh ceza kiriye? Ev bi giştî manîpulasyon e.”   ‘Dema hiqûq pêk neyê wek îfşa dertê pêşberî me’   Çaglayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku mijara esas ya divê bê nîqaşkirin, hewcedariya bi rêgeha ‘îfadeya jinê esas e’ û ev tişt got: “Çima jin rastî şîdetê tên û ji ber bê delîlan nikarin serî li pêvajoya hiqûqî bidin. Ji bo jin xwe bi riya hiqûqî biparêze serî li vê rêgezê tê dayîn. Gelo çima hûn vê rêgeza hewcedarî pê heye dikin hedef? Çalakiyên îfşayê, nîşan dide ku rêgeza ‘îfadeya jinê esas e’ têr nake. Îfadeya jinê esas e lê divê mekanîzmayên ku vê dikin bin garantiyê hebin. Di rewşên ku di darazê de rêgeza îfadeya jinê esas e pêk neyê de teşhîr wek parastina cewherî ya jinan dertê pêşberî me. Lê êrîşa li hember rêgeza jinê jî wek çareserî dibînin.”   ‘Di encama têkoşînê de hat qezenckirin’   Berdevka Meclîsa Jinan a Stenbolê ya HDP’ê Beser Çelîk jî destnîşan kir ku esasgirtina rêgeza ‘îfadeya jinê esas e’ bi têkoşîna jinan derketiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di civaka feodal û baviksalar de tu car gotina jinê esas nehatiye girtin heta li cihê ku mêr tune be şahidiya jinê nayê qebûlkirin. Di pêvajoyek wisa de jinan têkoşîna xwe mezin kir. Tevî gelek geşedanên neyînî esasgirtina îfadeya jinê veguherî qanûnê.”   ‘Mêr nikare bê darizandin!’   Beserê daxuyakirin ku gelek jin ji aliyê kesên nûneriya wan ya sazîbûnê heye,  rastî destdirêjî û tecawizê hatine lê bûyer tên veşartin û ev tişt daxuyand: “Sedema serîgirtina bûyeran ev e; têgehek namûsê hebe jî vê li ser jinan dimeşînin û di vir de jinê ceza dikin. Lê mêr jî bi feraseta ‘qirêjiya destê min e’ her tiştî dikin. Mêr nayên darizandin. Ev jî bûyerên destdirêjî û tecawizê zêde dike.”   ‘Divê jin ligel hev têbikoşin’   Beserê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser têkoşîna ligel hev a jinan û got hemû jin li kîjan saziyê dibin bila ligel hev têbikoşin û yekitiyê esas bigirin û wiha dawî lê anî: “Ji ber dema ku jin tenê bin mexdûriyeta jinan zêdetir dibe.”