'Em dixwazin li her dibistanekê odeya xwendinê bê vekirin' 2021-01-12 09:04:30   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Avesta Ibrahîm derbarê pêwîstiya vekirina odeya xwendinê ya li dibistanan de nêrîna xwe anî ziman. Avestayê ev tişt got: "Ji bo zarok meraqa xwe ya xwendinê pêk bînin hêviya me ew e ku di her dibistanekê de odeya xwendinê bê vekirin."   Piştî ku Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hate dagirkirin, şêniyên Efrînê koçî Kantona Şehbayê bûn û li wir bi cih bûn. Careke din ruxmî rewşa koçberiyê dibistan ji zarokan re hatin avakirin. Bi armanca domandina xwendinê ya bi zimanê dayikê û parastina wê ya ji qirkirinê, her wiha ji bo zarok meraqa xwe ya xwendinê bidomînin bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê û bi alîkariya Rêveberiya Dibistana li kampa Serdemê odeya xwendinê hat vekirin. Di vê odeyê de pirtûkxaneyeke biçûk a ji pitûkên zarokan jî tê de heye. Ev ode di 31'ê Kanûna 2020'an de hat vekirin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Yekîtîya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Avesta Ibrahîm ji me re nêrîna xwe parve kir.   'Em dixwazin li her dibistanekê odeya xwendinê bê vekirin'   Avesta Ibrahîm bal kişand ser odeya xwandinê ya ku di dibistana Kampa Serdemê de hatiye avakirin û wiha pê de çû: "Xwendekar di demên dibistanê de derbasî pirtûkxaneya kampê dibûn. Ji bo zarokên xwendekar ji waneyên xwe yên dibistanê nemînin, me xwest odeya xwendinê ji xwendekaran re di dibistanê de ava bikin. Li gor derfetên di destê me de, ev ode hat amadekirin û zarokan jî bi tiştên destan pêşengeheke biçûk di odeyê de çêkirin. Her wiha tê de pirtûkxaneyek jî heye, çîrokên zarokan bi zimanê kurdî û erebî hene. Ev ode dihêle ku zarok bêhtir bi xwendin û dibistanê ve bên girêdan, her wiha bingeha xwe xurtir bike. Hêviya me ew e ku di her dibistanekê de ji bo xwendekaran odeya xwendinê bên vekirin. Armanca me ew e ku xwendekar bi tiştên vala re mijûl nebin û zêdetir bi zimanê xwe ve werin girêdan."   'Em di odeyê xwendinê de pirtûkan dixwînin'    Xwedekara bi navê Fatme Hesen a 13 salî ye û li dibistana Kampa Serdemê dixwîne hestên xwe ji bo vekirina odeya xwendinê anî ziman û wiha parve kir: "Em gelek kêfxwaş bûn ku mamosteyên me û rewşenbîran odeya xwendinê ji me re ava kirin. Di demên me yên vala de em derbasî vê odeyê dibin û demê xwe bi xwendinê derbas dikin. Em di odeyê de pirtûkan dixwînin, piştî xwandinê jî em zarok li hev dicivin û ji hev re şîrove dikin."   'Me odeya xwendinê bi tiştên destan xemilandiye'   Zaroka bi navê Viyan Mihemed ya ku refa 6'emîn dixwîne, di odeya xwendinê de demên xwe yên vala bi xwendina pirtûkan derbas dike û wiha dibêje: "Ji bo ku em demên xwe vala derbas nekin, em tên odeya xwendinê.  Tê de pirtûkxane û pirtûkên bi zimanê Kurdî û Erebî hene. Em ji xwe re pirtûk û çîrokan dixwînin û li wêneyan temaşe dikin. Di odeya xwendinê de tiştên ku me bi destên xwe çêkirine hene, em spasiya mamosteyên xwe dikin."