Komxebata Kongreya Star bi ragihandina hemleyek nû bi dawî bû 2021-01-11 15:13:56   QAMIŞLO - Rêxistina Kongreya Star komxebata xwe bi ragihandina hemleyeke nû ya li dijî kiryar û komkujiyên ku li dijî jinan tên kirin bi dawî kir.   Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma “Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin” komxebatek li bajarê Qamişloyê li dar xistin. Di komxebatê de 70 delegeyên jin ji tevahî sazî û rêxistinên jinan ên Weqfa Jina Azad, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya ser Jinê, jinên ji Partiyên Siyasî û hemû Rêxistinên Jina beşdar bûn. Komxebat li ser esasê du beşan hat nirxandin. Beşa yekem li ser dagirkerî û qirkirina jinê bû û beşa duyem jî komkujî û kiryarên ku li dijî jinê hatiye kirin, hate nirxandin. Piştî nîqaşên têr û tijî komxebat bi ragihandina hemleyeke nû ya li dijî kiryar û komkujiyên ku li dijî jinan tên kirin bi dawî bû.    Beşa duyem ji komxebatê komkujî û kiryarên ku li dijî jinê hatiye kirin, ji aliyê Endama Navenda Lêkolîn û Parastina Jin, Mizgîn Hesen ve hate nirxandin.   ‘Tundiya li ser jin tê meşandin dozeke cîhanî ye’   Endama Navenda Lêkolîn û Parastina Jinê Mizgîn Hesen bal kişand ser kiryarên ku li dijî vîn û rûmeta jinê tê kirin û wiha pê de çû:"Li Sûriyeyê gelek komkujî û kiryar li dijî jinan hatin kirin. Jin bi kiryarên kuştin û firotinê re rû bi rû man. Her wiha kiryarên herî mezin jî li dijî vîn û rûmeta jinê hatin kirin. Tundiya li ser jinê dozeke cîhanî ye. Pirsgirêka bingehîn a tundiya li ser jinê pirsgirêka siyasî ye, ji ber her dewletek li gor berjewendiyên xwe jin rastî tundiyê dikin. Dewletên ku vîna jinan dikin hedef, hemû dijminên jinan e.”    Piştî bidawîbûna beşa duyem komkujî û kiryarên ku li dijî jinê hatiye kirin, beşdarvan nîqaşên berfireh li ser vê beşê kirin û dane zanîn ku hevgirtin û zanekirina jinê dikare ji hemû kiryaran re bibe bersiv .   Piştî bidawîbûna herdu beşan,  jinên ji tevahî rêxistinan daxuyanî dan û hemleya xwe ya nû ragihandin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El- Hisên ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    “Di nav bûyerên ku niha cîhan dijî li ser tevahî astên siyasî, leşkerî û ewlekariyê de jinan guhertin û veguhertinên bingehîn bi xwe re dan çêkirin. Di serî de jina li hember dagirkerê û zîhniyeta baviksalarî li ber xwe dan û misogerkirina mafê xwe di hevpeymana civakî de bi dest xist. Taybet di sîstema hevserokatiyê  de ku tê de temsîliyeta jinê ji 100 î/ 50 ye.  Di heman demê de şoreş veguherî îlham, sirûş û sembol ji bo rizgariya tevahî jinên cîhanê. Li ser bingeha mîrate û destkeftiyên ku jinê ji bo misogerkirina mafê xwe di Sûriyeya pêşerojê de  30 dezgeh, sazî û rêxistinên jinan hemleyek bi dirûşma “Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyana biparêzin” dest pê kir. Hemle ji 8’ê Cotmeha  2020’an ta 11’ê meha Kanûnê di 2021’an li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kir.    Armanca hemleyê şermezarkirin û aşkerekirina kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê di derheqê jinan a di heremên dagirkirî de ye.  Dagirkeriyê li van deveran hemû zagonên navneteweyî  binpê kirin û guhertinên demografîk, xirakirina şûnwarên dîrokî û berovajîkirina rastiyan pêk anîn. Ev kiryar li derveyî exlaq û pîvanên mirovahiyê ne.    Girîngtirîn xebat û çalakiyên ku di hundirê vê hemleyê de hatin lidarxistin ev in:   * Li ser hemû cureyên tundî û dagirkeriyê 30 panêlên diyalogan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin.   *Sê panel li ser programa zoomê bi tevlêbûneke mezin ji tevahî jinên ji derveyî welat hate çêkirin.   *Xebatê komkirina îmzeyan ji bo aşkerekirina kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê, her wiha piştgiriya yekîneyên parastina jin YPJ bi tevlêbûna 368 kesayet û 231 rêxistinan hate bi rêxistinkirin.   *Insîyatîfa ku  34 rêxistin û dezgehên  jin li ser asta Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqayê û Mexribê têde beşdar bûn, di dîroka salvegera şehadeta siyasetmedara jin Hevrîn Xelef hate ragihandin.    *Amedekirina dosyayên belgekirî ku têde kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê, destdirêjiya wan li ser jinê eşkere dike û şandina wan belgeyên komkujiyan aliyên peywendîdar re.   *Ji bo danasîna binpêkirin, kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê 400 biroşor hatin belavkirin.     *Navenda lêkolîn û parastina mafên jinê li Sûriyeyê hin dosyayên li ser kiryarên dewleta tirk di heqê jinê de  aşkere kirin,  di nav de 88 hatine kuştin, 140 hatine revandin, 497 tundî dîtine.  Her wiha Meclîsa Edaleta Jinê 56 kuştin , 23 tecawiz , 26 jî xwekuştin , 11 revand , 24  destdirêjî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  belge kirin û ji rêxistinên  mafê mirovan  û hiqûqnasên jin  re hatin rêkirin.   *Ji bo ku em bikaribin destkeftiyên jinê biparêzin û istîqrara wê mîsoger bikin, jiyaneke bi rûmet ji jinê re mayînde bikin. Em ê bi rihê jina berxwedêran xebatên xwe berdewam bikin. Bi ragihandina hemleya duyemîn ku dê ji 17’ê  Kanûnê  ta 17’ê meha Nîsanê wê dewam bike, em serkeftinên xwe li tevahî jinan pîroz dikin. Em ê di demên pêş de armancên hemleya xwe ragihînin.    Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.