TJK-F: Hêrsa me wekî 8 sal berê ye 2021-01-11 10:32:24     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-F derbarê çalakiyên ku di 9'ê çileyê de hatî lidarxistin de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "    Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) derbarê çalakiyên protestoyê yên di salvegera qetlîama Parîsê de pêk hatî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Ligel ku 8 sal derbas bûye jî ev qetlîam di bîra me jinên kurd de hêj jî zindî ye. Wijdan ji bo sê jinên şoreşger hê jî zindî ye. Hêrsa me wekî roja pêşîn zindî ye. Me soz dabû ku em ê hesabê vê qetlîamê bipirsin û meşa xwe ya azadiyê bidomînin, em hê jî li ser sozên xwe ne.   Li gelek welatên Ewropayê û li gelek cihên din jinan ji bo 3 jinên şoreşger daketin qadan. Em dizanin ku kujerên vê qetlîamê kî ne. Daxwaza me jî ev e ku berpirsên vê qetlîamê were darizandin. Em ê sê jinên şoreşger ên kurd ne bi tenê rojekê bi bîr bînin, em ê têkoşîna xwe roj bi roj geş bikin, pergala xweser a jinan bikin tarza jiyanê û têkoşîna xwe bidomînin.   Kî û çi me asteng bikin em ê bi hêrsa xwe ya li hemberî kujeran wan hilweşînin û wekî duh di her 9’ê Çileyê de dakevin qadan. Di çalakiyên 9’ê Çileyê de Parîs tê de li 5 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Em biryardariya li ser xeta Sara ya jinên kurd silav dikin. Heta ku ev biryardarî hebe wê li kolanên Parîsê alaya berxwedan û têkoşînê her dem geş bibe."