‘Li dijî qeyûman muxalefet û têkoşînek xurt pêwist e’ 2021-01-11 09:10:01   STENBOL - Hevseroka OHD’ê ya Stenbolê parêzer Arzu Kayaoglu bertek nîşanê qanûna ku rê li ber tayînkirina qeyûm a rêxistinên civaka sivîl vedike da û da zanîn ku polîtîka qeyûm bandorê li ser her alî jiyanê dike. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî bi lêv kir ku tê xwestin dengê civaka sivîl bê birîn û banga muxalefet û têkoşîneke xurt kir.   Di rojên borî de tifa AKP-MHP’ê qanûna ku di bin navê ‘Pêşnûme Qanûna Der barê Pêşîgirtina Fînansoriya Belavbûna Çekên Îmhakirina Girseyî de’ ku rê li ber tayînkirina qeyûman a ji bo rêxistinên saziyên sivîl û girtina saziyan vedike ji meclîsê derbas kir. Qanûn ji her alî ve rastî bertekan hat û nirxandina ev darbeyeke li rêxistin û azadiya fikr û ramanê ye tê kirin.   Hevseroka Komeleya Hiqûqnanên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê parêzer Arzu Kayaoglu û Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî qanûn nirxandin.   ‘Tişta ku di qanûna komeleyan de tunebû anîn’   Arzu Kayacioglu da zanîn ku li Tirkiyeyê piştî sala 2016’an şûnde bi tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên DBP’ê pêvajoyê dest pêkiriye û herî dawî qeyûm tayînê zanîngeha Bogazîçî kirine û bi qanûna derxistine pêşiya tayînkirina qeyûman a ji bo saziyên civaka sivîl vekirine. Arzuyê wiha got: “Li gorî xala 53’emîn a TCK’ê ya qanûna heyî kesên ceza girtine nikarin di rêveberiya komaleleyan de cih bigirin. Lê bi vê qanûnê re tiştekî ku di qanûna komeleyan de tunebû anîn. Dema ev qanûn di asta pêşnûmeyê de bû di got; kesên sûcên siyasî kirine û kesên di çarçoveya TMK’ê de sûc kirine û der barê wan de lêpirsîn hatibe meşandin, ev kes nikarin di rêveberiya komele û weqfan de cih bigirin. Lê piştî hat lijneya giştî beşa lêpirsînê guhertin û veguhertin lêpirsînê. Komeleya der barê wê de lêpirsîn hebe jî rêveberên wê dikarin bi talîmata wezareta karên hundir ji kar bên girtin. Her wiha dikare qeyûm bê tayînkirin.”   ‘Sazî wê tenê li ser kaxizê bimînin’   Arzuyê destnîşan kir ku bi vê qanûnê re polîtîkayên qeyûm wê bandorê li ser hemû aliyan bike û ev tişt vegot: “Ev pêkanîn wê mudaxaleyî hemû qadan bike. Dixwazin saziyan krîmînalîze bikin. Wê sazî tenê li ser kaxizê bimînin. Lê em dibêjin ku divê qadên xwe îfadekirin û rêxistina mirovan hebin. Ger ku li hember tayînkirina qeyûmên tayînê şardariyên HDP û DBP’ê hatin kirin bertek hebûya wê îro ev nehatibana jiyîn. Îro ger li dijî vê deng neyê derxistin wê bandor li nav malbatên me jî bê kirin. Divê li dijî vê deng bê bilindkirin û muxalefet û têkoşînek xurt bê meşandin.”   ‘Dixwazin civaka sivîl bêdeng bikin’   Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî da zanîn ku ev demeke dirêje di pêvajoyek ji demokrasiyê dur, maf û azadî tune tên hesibandin, ewlehiya hiqûqî ji holê rabûye de, dijîn û got: “Li Tirkiyeyê yekane aliyê diaxivî civaka sivîl diaxivî û mixabin bi armanca tunekirinê ev qanûn hatiye amadekirin. Em jê bi fikar in.Bendewariya me pêşxistina demokrasiya maf û azadiyan e lê amadekariya wan nîşan da ku desthilatdarî berovajî vê dike. Xuyaye ku desthilatdarî dixwaze helwesta xwe ya despot ya bi salane ddomîne tûndtir bike. Ji ber vê jî bi vê qanûnê dixwaze pêşiya xwe vebike.”   ‘Wê bikaribin bi kontrola polîs bikin’   Gulserenê got bi vê qanûnê dixwazin komele, weqf û saziyên civaka sivîl bikin bin zextan û got: “Berê kontrola komeleya mufetîşan dikir. Lê êdî wê polîs jî bikaribin bên peywirdarkirin. Dema li Komeleya Mafên Mirovan kontrolek wisa bê kirin ger bixwazin em neçarin belge û agahiyan bidin wan. Lê em beyî agahiya kesên serî li me didin nikarin agahiyên wan bi kesên din re parve bikin. Niha derfeta kesên kontrol dikin wê hebe ku van agahiyan bixwazin. Em bêjin ‘em nadin’ wê ceza bibirin. Her wiha dema rêxistinên civaka sivîl bên cem hev û faliyetek hevpar bimeşînin wê zehmetiyan bikşînin. Ev qanûn li dijî hemû civaka sivîl tehdîd û êrîş e. Demokrasî bi tehdîdê re hatiye rû hev.”   ‘Divê em hîn bêtir têbikoşin’   Gulserenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku mafên di peymanên navneteweyî de hatine nasîn tên xespkirin û azadiya fikr û ramanê ji holê hatiye rakirin. Gulserenê her wiha li dijî vê balkişand ser têkşînê û wiha bi dawî kir: “Kesên bi têkoşînê bawerin divê hîn bêtir têkoşîna xwe bimeşînin.”