'Hevpeymana navbera Bexda-Hewlêrê xweseriya Şengalê hedef digire' 2021-01-11 09:07:49   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Herêma Firatê Bêrîvan Hesen di derbarê hevpeymana Bexda-Hewlêrê ya li ser Şengalê nirxandin kir û got: "Armanca hevpeymana Bexda û Hewlêrê ew e ku xweseriya şêniyên Şengalê têk bibin û fermana 73'yan li ser gel bidin berdewamkirin."   Di 9'ê cotmeha 2020'î de hevpeymek ji aliyê hikumeta Bexda-Hewlêr ve li ser şêniyên Şengalê hat îmzekirin.  Li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidîxanê, şêniyên Şengalê li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma "Em hemû asayiş in", çalakiya nobetê li dar xistin. Çalakî  bi nobetdariya şêniyên Şengalê didome.    Di vê çarçoveyê de Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen ji ajansa me re axivî.   'Şengal parçeyek ji Kobanê ye'   Bêrîvanê di destpêka axaftina xwe de behsa hevpeymanê kir û wiha got: "Tevger û hevpeymana ku niha li ser Şengalê hat îmzekirin em bi tundî şermezar dikin. Berxwedana Kurdên Êzidixanê li dijî hevpeymana Bexda-Hewlêrê ye. Em çalakiya wan  silav dikin û piştgiriyê didinê. Hevpeymana ku li ser Şengalê tê kirin ne durî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 2014'an e. Dewleta tirk bi derbasbûna çeteyan negihişt armanca xwe, vê carê jî dixwezin bi rêya van hevpeymanan xweseriya şêniyên Şengalê têk bikin. Her kes dizane ku armanc ne tenê şêniyên Şengalê ne bi giştî Gelê Kurd e. Ji ber ku şêniyên Şengalê êzidî ne û di heman demê de kurd in  du qat êrîşê wan tê kirin. Çawa Mihabat di 11'e mehan de xweseriya xwe parast îro eynî dîrok xwe dubare dike, her wiha li Kobanê jî xwestin xweseriya Kobanê têk bibin lê ev yek bi ser neket. Li hemû deverên Kurdistanê heman tişt tê kirin tenê navê herêman diguhere. Dixwezin hevpeymanê li ser şêniyên Şengalê bidin meşandin."   'Hemû dewlet çavên xwe ji kiryarên dewleta tirk re digirin'   Berîvanê bal kişand ser fermanên ku li ser kurdên êzîdî hatine kirin û wiha domand: "Dema em dibêjin ku 73 ferman li ser kurdên êzidî hatine kirin belkî tenê hejmar em tînin ziman gelo kes dizane ku di nava van komkujî û fermanan de kurdên êzidî çiqas azar, êş, kuştin û talanî dîtin. Çeteyên dewleta tirk êrîşî jinên êzîdî kirin û heta niha jî çarenusa gelek jinan ne diyar e. Her kes dizane ku çeteyên DAIŞ'ê bi destê kê derbasî Musil û Şengalê bûn. Ev buyer li ber çavên hemû dewletan hat kirin, lê hemûyan jî çavên xwe girtin."   'Her tim dîrok xwe dubare dike'   Bêrîvanê di berdewamiya axaftina xwe de, da zanîn ku êrîşên tên kirin ji hev ne cuda ne lê bi şêweyên cuda xwe dubare dikin û wiha pêde çû: "Dema mirov bala xwe dide êrîşên ku tên kirin hemû jî bi heman rengî ne, lê armanc dagirkirina axê û têkbirina projeya netewa demokratîk e. Li kijan herêmê aramî û aşitî hebe yek ser êrîşî wir tên kirin. Ev jî dide diyarkirin ku dixwezin tevliheviyê çêbikin. Dema mijar bibe kurd ne mumkine ku êrîş li ser wan neyê kirin. Herî zêde jî di nava êrîşan de û hete niha jî Kurdên Êzidî tên hedefgirtin. Piştî Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin jiyanek nû hat sazkirin û xweserî ava kirin, hêzên leşkerî, sazî û dezgehên xwe vekirin. Her wiha şêniyên ku koçber bûne cardin vegeriyan lser axa xwe.   'Kurdên êzîdî berxwedanek mezin didin meşandin'   Bêrîvanê diyar kir ku kurdên êzîdî yên Şengalê ji bo parastina xweseriya xwe dest bi pêngavê kirin û wiha anî ziman: "Îro cardin pilan li ser kurdên êzîdî tên kirin. Li dijî van hevpeyman û pilanan kurdên êzîdî di nava çalakiyan de ne û em di wê baweriyê de ne ku wê hata dawiyê li ber xwe bidin û xwedî li Asayişa xwe derkevin. Di cîhanê de mafê her kesî heye ku çarenûsa xwe diyar bike, lê tenê ji Gelê Kurd re ew maf nayê qebûlkirin û rojane mafê kurdan tê binpêkirin.  Tenê ji ber ku kurd in. Ev hevpeymana Bexda-Hewlêr ku li ser şêniyên Şengalê tê kirin vê dide diyarkirin ku dixwezin fermaneke nûh bînin serê şêniyên Şengalê."   'Berwedana Şengalê wê bi ser keve'    Bêrîvanê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku baweriya şêniyên Şengalê û têkoşîna wan a ji bo parastina axa xwe wê hevpeymanê vala derxîne û wiha bi dawî kir: "Di bin navê ol de dixwazin kurdên êzîdî qir bikin, mijara herî bingehîn ew e ku kurdên êzîdî ne misilmanin divê ola wan ji hemû deveran rabe. Lê ya rast hebûna me kurdan li ser axa Rojhilata Navîn ji tevahî dewletên desthiladar re buye mijara metirsiyê. Divê em Gelê Kurd bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin, nehêlin tu kes çarenûsa me diyar bike. Em wek şêniyên Kobanê ji bo Şengalê çi bê xwestin em amede ne.  Ji ber ku Şengal cêwiya Kobanê ye ne tenê Şengal Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî. Hemû herêmên ku hatine dagirkirin êş û azarên ku bi gel dan jiyîn li Şengalê jî  dan jiyîn. Îsrar û têkoşîna şêniyên Şengalê li dijî hevpaymanê wê serkeftinê bi xwe re bîne. Çawa kurdên êzîdî xwedî li ola xwe derketin îro divê xwedî li xweseriya xwe jî derkevin. Divê hikûmeta başurê Kurdistanê lê vegerînekê li xwe bike û bi awayekî lez ev hevpeyman bê rakirin. Ji ber ev hevpeyman ne li gor berjewendiyên şêniyên Şengalê ye."