Li Licê gundî bi îşkenceyê binçav kirin 2021-01-10 11:09:20     AMED - Piştî ku li navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkeri hat destpêkirin, gundî bi îşkenceyê hatin binçavkirin.     Duh li gundên Çinezur, Dêrxûst, Huseynîk û Mişrifê yên Licêya Amedê operasyonên leşkerî hatibûn destpêkirin. Di nava rojê de di encama operasyonên hatin kirin de leşkerek mribû û herî kêm 3 leşker jî birîndar bûbûn. Piştî vê hat ragihandin ku leşkeran gund dorpêç kirine.    Her wiha hat ragihandin ku li gundê Mişrifê yê girêdayî Licê, serê sibehê cendirmeyan bi ser mala Mehmet Şah Bozkuş ê ku nexweşiya dil pê re heye girtine. Hat aşkerekirin ku li malê li Mehmetşah Bozkuş û hevjîna wî Azîze Bozkuş îşkence krine û bi saetan li qereqola cendirmeyan hatine ragirtin.    Li gorî agahiyên dawîn ku hatin bidestxistin hat diyarkirin û Azîze Bozkuş serbest hatiye berdan lê Mehmet Bozkuş hîna li qerqolê tê ragirtin.