'Divê jinên ezidî ne li wargehan li ser axa xwe li ber xwe bidin' 2021-01-10 09:05:25   Viyan Saîd - Nesrîn Husin   SENGAL - Rêxistinên jinan ên êzidî li dijî xwekuştinên bi guman ên jinên ciwan banga xwe rêxistinbûnê kirin û gotin: "Em bang li jinan dikin ji wargehên heyî terk bikin û bên ser axa xwe. Em dikarin li ser axa xwe êşa xwe parvebikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li çihê berxwedan heyî li vir jiyan heye. "    Di demên dawiyê de hejmara xwekuştina jinên ciwan ên êzidî zêde dibin. Li Wargehên Penaberên Êzidî ya li Dihokê rojên borî 3 jinên ciwan bi awayekî guman dawî li jiyana xwe anîn. Xwekuştina jinan a li Wargehên Penaberan a Êzidiyan ên li Herêma Federal a Kurdistanê pêk tên bû mijara sereke ya rêxistinên jinên êzidî. Derbarê mijarê de endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) Nîam Îlyas û Emşê Alî ji ajansa me re axivîn.     'Em dikarin bi hev re êşa xwe parvebikin'   Niam Îlyas derbarê xwekuştina jinên ciwan de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me li beramberî fermanan niha rêxistinbûna xwe avakir, ji ber di hemû fermanan de jin hatin hedef girtin. Di sala nû de hema beje 5 û 6 jinên ciwana xwekuştin. Em bangawazî li tevahî jinên ciwan dikin ku bibin xwedî vîn û xwe bibawerbin. Li Şengalê Mala Jinan heye. Em li vir hewl didin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em dixwazin pergalek avabikin. Em sedema wan bûyaran baş dizanin, em dizanin ku sedema sereke fikra baviksalariyê ye. Ji bo vê jî em bang li tevahiya jinên ciwan dikin ku vegerîn ser warê xwe û li vir bi hev re em êşa xwe parvebikin."   'Xwe birêxistin bikin û biparêzin'   Emşê jî wekî Naîm, bal kişand ser xwekuştina jinan û wiha axivî: "Di sala 2021’an de vaye 6 jinên ciwanên dawî li jiyana xwe anîn. Ev tişt ji me re pir zor tê. Ez di wê baweriyê de me ger ew li ser axa bûna dawî li jiyana xwe nedianîn. Sedemên van xwekuştinan pir in, lê piranî jî xwe bê çare dibînin, lê li vir me qadên cuda cûda ji bo xebatan vekiriye. Xelkê Şengalê niha ji bo avakarina jiyanek nû kedek mezin didin. Bila ew jî vegerin ser axa xwe ger vegerin, em di wê baweriyê de ne ku wê mijarên wiha neyên jiyîn. Ji ber ku li vir em xwe birêxistin dikin xwe perwerde dikin û xwe diparêz in. Carek din ez bang li jinên ciwan dikim berê xwe bidin axa xwe, em li vir ji bo avakirina jiyanek nû têkoşînê bidin."