Malbatên girtiyan: Divê em bibin dengê girtiyan 2021-01-10 09:04:50   Rojda Aydin    ŞIRNEX -  Malbatên girtiyan ên Şirnexî, derbarê grevên birçîbûnê de axivîn û bang li raya giştî kirin. Malbatan gotin: "Zarokên me ji bo daxwaza wan bi cih were çalakî li dar xistin. Divê em bibin dengê girtiyan û dengê zarokên xwe."    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafen girtiyan di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin. Niha koma 9'emîn grevê didomîne û grev ket roja 45'emîn. Malbatên girtiyan, têkildarî greva birçîbûnê axivîn û gotin bila daxwaza girtiyan bînin cih.    Nermiye Îvendî, ku kurek wê Botan Îvendî di Girtîgeha Amedê de û kurê wê yê din jî Abdurrahman Îvendî jî di Girtîgeha Patnosa Agiriyê de ye. Her wiha kurek wê Îbrahîm Îvrendî jî di qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe dest daye. Nermiye, anî ziman ku şert û mercên girtîgehan gelek giran bûne. Nermiye, balkişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger û got: “Li girtîgehan binpêkirina mafan gelek zêde ne. Zarokên me her roj bi van pêkanînan be rûbirû dibînin. Em dixwazin ev zext û zordarî bên rakirin. Her du zarokên min jî nexweşin di girtîgehan de tên girtin. Bi girankirina tecrîdê re şert û mercên girtîgehan girantir bû. Zarokên me tenê dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Kurê min Botan ev 5 sal in bi awayek bêhiqûqî tê girtin, niha li girtîgeha Amedê de û nexweş e. Kurê min Abdurrahman jî nivîşkan e û bi gopalan bi rêve diçe. Divê ev zilm û îşkence li ser girtiyan bê rakirin."   ‘Bila tecrîd bi dawî be, daxwaza wan bi cih were’   Nermiye, destnîşan kir ku greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bûye û wiha axivî: “Bi girankirina tecrîdê şert û mercên girtiyan giran û zehmetir bû. Li girtîgehan  daxwazên zarokên me cih naynin û mafên wan tên binpêkirin. Tecrîda ku îro li ser serok giran bûye her wiha bandorê civak û girtîgehan jî dike. Divê demek nêzde tecrîda hatiye girankirin bê bidawîkirin û daxwaza zarokên me jî binîn cih. Ger tecrîd rabibe dê zextên li ser girtîgehan jî bi dawî bibe. Zarokên me ev çend sal in bi awayek bêhiqûqî girtîne. Em vê bêhiqûqî û bêedaletiyê tu carî qebûl nakin. Du kurê min girtîne, kurekî min hat kuştin û kurekî min jî ne li malê ye. Lê em dîsa jî tim daxwaza azadî û aştiyê dikin. Divê malbatên girtiyan jî li derve bibin dengê zarokên xwe."   ‘Divê em bibin dengê girtiyan'    Dayika bi navê Saniya Danerî ku kurê wê Lokman Danerî 11 sal in girtî ye û 40 sal ceza lê hatiye birîn û wiha domand: “Kurê min 20 rojan di girtîgeha Şirnexê de, 7 salan girtîgeha Sêrtê de ma û 4 sal in jî girtîgeha Orduyê de tê girtin. Ev du sal in ez nikarim biçim hevdîtina kurê xwe. Li ser girtîgehan zext û zordarî zêde ye. Bi girankirina tecrîdê girtîgehan rewş giran bû. Zarokên me ji bo rakirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Bila daxwaziya zarokên me bi cih were û tecrîd bê rakirin. Em naxwazin tiştek bi zarokên me bê. Zarokên me ji bo daxwaza wan bi cih were bedenên xwe dane ber birçîbûnê. Bila serok azad be û ev zilm li ser me rabe. Divê em jî ji zarokên xwe re bibin deng. Em bibin dengê girtiyan. Em bibin dengê girtîgehan. Dema Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû wî jî dest pê kiribû. Wê demê xwîn di qirika wî de dihat. Ji ber vê yekê tendûristiya wê nebaş e. Temenê biçûk de kurê min hat girtin.”   ‘Em bi salane dibêjin bila tecrîd bê rakirin’   Saniya, daxwaz kir ku xwestekên zarokên wan bi cih were û tecrîd bê rakirin û wiha dawî kir: “Zarokên me di navbera çar dîwaren de nikarin tiştekî bikin. Ji ber ev nexweşiya vîrûsa koronayê jî heye em zêdetir ji tendûristaya wan bi fikarin. Em wek dayik heta daxwaza zarokên me bi cih neyê em ê bêdeng nebînin. Em bi sala ne dibêjin bila tecrîd bê rakirin, azadî û aştî bê vî welatê. Em xeynî vî tu tiştî naxwazin. Divê kesên rayedar çavên xwe vekin û daxwaza zarokên me bila binîn cih.”