'Bi hêvî me ku herkes vegere gundê xwe' 2021-01-10 09:03:51   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Meryem Yaqo da zanîn ku ji ber aloziyê, êrîşên DAIŞ'ê û xeteriya dewleta tirk şêniyên gundê Til Cûmayê koç bûne. Meryama ku banga vegera ji bo gund kir got:"Bi hêvî me ku herkes vegere gundê xwe û gund dîsa şên bibe."   Gundê Til Cûma (Helemon) ê girêdayî Navçeya Til Temirê ji xweştirîn gundê li qiraxa Çemê Xabûrê ye. Li gorî lêkolînan serjimara kesên ku li gund dijiyan, beriya 2011'an zêdetirî 3 hezar kes, li 400 malî hatibûn bicihkirin. Şêniyên gund debara xwe bi çandiniya genim û pembo, di heman wextê de jî çandina darên hinar û tirî dikirin. Ji ber cudabûna gundê Til Cûmayê ji 33 gundên Aşûriyan yên din, navê Gelê Çînê li wan dihate kirin û di nava herêmê de dihatin nasîn.    Bi gelek komkujiyan rû bi rû hatin hiştin   Gelê Xirîstiyan ên ku ji beriya 1913'an de rastî komkujî û polîtîkayên qirkirinê tên, dikarîbûn ku çand, dîrok û şaristana xwe ji windabûnê biparêzin û heta roja me ya îro bînin. Ermen, Aşûrî û Suryaniyên ku ji Komkujiya Sêfoyê dikarîbûn xwe xilas bikin, li Sîmêlê ku di navbera Iraqê û Îranê de ye bi cih bûn, lê piştî çend salan taybet di 1933'an de rastî komkujiyek din hatin. Yên ku dikarîbûn xwe ji komkujiyê xilas bikin, derbasî xaka Sûriyeyê bûn û li qiraxa çemê Xabûrê bi cih bûn.   Êrişan bandor li hemû gelan kir   Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê hejmara kesên ku li Til Cûmayê jiyan, dest bi yekemîn pêla koçberiyê kirin. Lê êşa mezin ku nayê jibîrkirin û ne tê kewandin êrîşa DAIŞ'ê ya li ser navçeya Til Temirê bû. Êrîşa DAIŞ'ê bandor li ser Gelê Kurd û Ereb û li gelê Aşûrî kir. Bi êrîşê re pêla koçberiyê ya duyemîn dest pê kir û vê carê hejmara kesên ku koçber bûn pir zêde bûn.   Til Cûma ji aliyê erdnîgariyê ve cihekî girîng e   Êdî kolanên ku zindî bûn, roj bi roj ber bi valabûnê ve çûn û bû wekî nîvgiraveke terikandî ango çoleke vala. Aşûriyên gund bûn şahidê karesata herî mezin ku di êrîşa 23'yê Sibata 2015'an de, pêk hat. Til Cûma jî di aliyê xwe yê erdîngarî de xwedî cihekî pir girîng e û li gundewarên Bakurê Til Temirê dinêhere. Da ku em bêtir gund nas bikin, şahî û şînê şêniyan, hêvî û daxwazên jinan çi ne, em li nava gund geriyan û me nêrînên dayikan girt.   'Ji ber alozî, şer û êrîşên DAIŞ'ê koçber bûn'   Meryem Yaqo kete nava bîranînên gund û em bi hev re birin çend salên dawî yên gund de û ev tişt got: "Dema ku em li kolanê dimeşiyan, me şerm dikir ku li kolanê binêrin, ji ber ku hejmara jin, zarok û ciwanan pir zêde bû. Ya herî zêde dilê mirovan şad dikir tevger, ken û lîstokên zarokan bûn. Dema ku malbatek keç ango kurên xwe li dêrê dizewicandin, mirov hîs dikir ku di buhiştê de dijîn. Til Cûma wê demê buhişt bû, lê niha li me bûye dojeh. Bêrî DAIŞ êrîş bike û piştî êrîş kir şêniyan dest bi koçberiyê kirin. Li Lubnan, Kanada û li welatên Ewropayê belav bûn."   'Ji ber şewbê û şer kêfxweşî nemaye'   Meryemê da xuyakirin ku çêkirina dawetê him çandeke gelêrî ye him jî cihê dilşadiyê ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji 2012'an heta niha ku ev 8 sal derbas bûn, tu dawet çênebûne. Çêbûna dawetan him çandeke him jî dilê mirovan kêfxweş dike. Lê ji ber koçberiyê piraniya ciwanên gund ev 8 sal in dawet nehatiye çêkirin. Yên ku dizewicin jî derdikevin welatên Ewropayê. Ji ber şewbê jî em kom nabin û cejnên xwe jî pîroz nakin. Ji mêj ve kêfxweşîyê serdana gundê me nekiriye. Ji ber şewbê û şer kêfxweşî nemaye."   'Kolan vala ne'   Meryemê dema ku li kolanên gund digeriya wiha hestên xwe dianî ziman: "Dema ku ez li kolanê dimeşim, ez wekî ku di binê erdê de dimeşim yan jî di gorê de me xwe hîs dikim. Ez pir diêşim dema ku ez li dayikên gund dinêrim, ku her yek ji wan li deverekê ye. Kolanên ku tijî xelk û jiyan bûn, niha vala ne. Ez wê pir giran dibînim, di heman wextê de jî em gelekî ku bi çand û çandiniyê ve girêdayî ne. Lewra min herî zêde genim û pembo, dar û baxçe diçandin û pêre mijûl dibûm. Ne tenê ev min li kêleka berhevkirina pembo, êzing kom dikirin û nan lêdixist. Lê piştî ku DAIŞ'ê êrîşî herêmê kir û erdê me şewitand û baxçeyên me rakir, êdî rewş hate guhertin."   'Em ji dagirkeran natirsin'   Meryemê derbarê xeterî û hebûna dewleta tirk ku nêzî gundê wan e got: "Dema ku topbaran li ser gundên derdorê me wekî Um El-Kêf çêdibe, em jî xwe diparêzin. Em ji dagirkeran natirsin. Erdogan bi darê zorê dapîr û bapîrên me koç kir, lê îro ew nikare ku me ji axa me derbixe. Em dîrok û rastiya Erdogan baş dizanin, ji bo wê jî bila nebêje ku ev der axa min e û ez ê vê axê dagir bikim."   'Bi hêvî me ku herkes vegere gundê xwe'   Meryemê di dawiya gotina xwe de hêvî û daxwazên xwe anîn ziman û wiha got: "Eger ez çeteyan ber çavên xwe jî bibînim, lê ez dest ji mala xwe bernadim. Ma ez ê çawa ax û mala xwe, ku ev 77 sal in lê dijîm berdim. Ez ê çawa dest ji axa ku ez li ser mezin bûm û zarokên xwe mezin kir, berdim. Ez ê çawa dest ji axa xwe ku şev û roj min ji bo wê kar dikir û heya ku xwîn di navbera goşt û neyînûka min de derketiye berdim. Ez hêvî dikim ku hemû şêniyên gund vegerin û dîsa kolanên wê geş bibin."    Nejîba Bûlûs ku li pêşiya mala xwe û li ber tîrêjên rojê rûdinê û lîfikên şûştinê çêdike anî ziman ku tenê daxwazeke wê heye ew jî vegera xelkê gund e, ji ber ku kolan hemû vala ne û çavên wê ji bendewariyê westiyaye.