Xwestin girtiya nexweş Fadîk serbest bê berdan 2021-01-09 15:23:20   STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” de, ÎHD'ê bal kişand ser rewşa dayika 2 zarokan Fadik Adiyaman a 54 salî û daxwaza berdana wê kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 459’emîn a “Rûniştina F" ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya vê heftê de, bal kişand ser rewşa dayika 2 zarokan û girtiya nexweşa giran Fadik Adiyaman (54) a li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqerê tê girtin. Endamam Komîsyonê Meral Nergîs Şahîn daxuyanî da.   Meral, diyar kir ku şert û mercên girtîgehan, her roja ku diçe ji bo girtiyên nexweş girantir dibin û got: "Dayika 2 zarokan Fadik Adiyaman a 54 salî 5 sal in girtiye. Adiyaman nexweşe. Ligel vê yekê jî, Fadik sîrgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê ya ku qet girtiyên siyasî lê tuneye, hat kirin. Fadik li vê derê dibin tecrîdek girankirî de ye. Xwest ku wê sewqî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bikin, lê ev daxwaza wê hat redkirin. Ji ber vê yekê 75 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Fadik a nexweşiya tîroîdê pê re heye, di vê pêvajoyê de gelek pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê jiyan.”    Meral, bal kişand ser şert û mercên girtîgehê û wiha got: “Adiyaman nikare di şert û mercên girtîgehê de, nikare bijî. Divê tevilê bê berdan. Divê destpêkê girtiyên di koma rîskê de û hemû girtiyên nexweş bên berdan û tavilê bên dermankirin."