Girtiya du caran bi koronayê ket nebirin nexweşxaneyê 2021-01-09 14:33:47   ENQERE - Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji ber pandemiyê bi vîdoeyekê çalakî li dar xist û vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Pinar Bîrkoç a li Girtîgeha Duzce ya Tîpa T dimîne.   Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî wek her hefteyê di hefteya 331’emîn de jî çalakî li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Însiyatîfê ji ber pandemiyê bi vîdoeyekê çalakî li dar xist û vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Pinar Bîrkoç a li Girtîgeha Duzce ya Tîpa T dimîne. Li ser navê Însiyatîfê Serokê Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Enqereyê Fatîn Kanat daxuyanî xwend.    Fatîn got girtiya nexweş Pinar bi rêya nameyekê nexweşiyên xwe ji me re ragihandiye û ew dibêje ji 6 mehan carekê divê biçe kontrola xwe lê ji ber pandemiyê hatiye taloqkirin. Fatîn diyar kir ku Pinar bi nexweşînên giran re rûbirû ye û rewşa wê xeternak e.  Fatîn anî ziman ku kîtleyek li ser sînga Pinar e û ev yek metirsiya tenduristiya wê zêde dike.  Fatîn got ew nikarin derbarê pirsgirêkên tenduristiyê ya Pinar de geşedanan bişopînin.  Fatîn destnîşan kir ku Pinar Bîrkoç li nexweşxaneyê du caran bi vîrûsa koronayê ketiye û ji bo hin bêtir rewşa wê bêtir giran nebe û dikaribe li derve kontrola tenduristiya xwe bike divê demildest were berdan.  Fatîn her wiha got ew daxwaz dikin pirsgirêkên li tevahiya girtîgehan werin çareserkirin û tevahiya girtiyên nexweş tavilê werin berdan.