Jinên êzidî: Divê mirov li ser axa xwe têbikoşe 2021-01-09 11:10:53   Evîn Zenda / Elmas Nayîf   ŞENGAL - Endama TAJÊ Fehîme Silêman û çalekvana bi navê Nîsan Elî, derbarê berxwedana 39 roj in didome de axivin û gotin: "Ji bo xwedî li derketina axa xwe em li vir in. Em bang li êzidiyên ku li wargehan dimînin dikin û dibêjin bila vegerin ser axa xwe. Divê em li ser axa xwe têbikoşîn û ji bo azadiyê jî divê em kedek bidin."    Êzidî piştî hevpeymana di navbera hikûmetên Iraq û Hewlêrê de hat îmzekirin ketin nava hewldanan. Li dijî biryara ku hatî girtin rêzeçalakî hatin lidarxistin, ji hêla jinan ve şandeyek hat avakirin û li Bexda û Silêmaniyê rêzehevdîtin pêk anîn. Ligel çalakiyên cur bi cur, li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê kon hat vedan. 39 roj in xelkê Şengalê li vir ji bo parastina asayîşên xwe nobedê digirin. Her roj kom bi kom xelkê Şengalê tên serdana konê. Jin, ciwan, pîr û kal di nava çalakiyê de cih digirin.    Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Fehîme Silêman û çalekvana bi navê Nîsan Elî, derbarê çalakiyê de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    'Mirov li ser warê xwe azad dibe'    Fehîme, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora çalakiyê û got: "Em wekî konê rûmetê bi nav dikin. Li vir 39 roj in berxwedanek heye. Em li pêy armancên xwe ne. Ev 6 sal in bi keda zarokên me Şengal bi ser xwe ve hatiye. Lê niha dixazin me di her warî de bêxin di bin kontrola xwe. Em rê nadin vê yekê. Piştî fermanê wan terka me kirin. Em ji derveyî zarokên xwe bi tu kesên din bawernakin. Bangawaziya me ji tevahî gelê me yê wargehan re heye ku bila vegerin warê xwe. Ji ber ku dikarin tenê li warê xwe azad bijîn."   'Ji bo jiyanek azad divê kedek bê dayîn'    Nîsan Elî jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Heta em encamek bigirin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em ji bo pêşerojeke bi ewle ya Şengalê çalakiyê dikin. Ji bo vê jî çi bê xwestin em amade ne. Ez bangewaziyê ji civaka xwe dikim ku bila ji wargehan vegerin bên ser axa xwe. Rewşa li wargehan diyar e û divê vê tiştî li ber çavan bigirin. Her roj jinek ciwan li wargehê tê kuştin. Li dijî vê divê em li ser axa xwe têkoşîna jiyanê bidin. Ji bo jiyana azad divê em kedek bidin."