Li Mexmûrê koma 12’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-01-09 10:19:18   MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, ji hêla koma 12’emîn çalakî hat dewir girtin.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 12’emîn dewir girt.    Li ser navê koma 12’emîn çalakvan Cemî Kara axivî û got: “Di serî de em komkujiya Parîsê şermezar dikin. Em jî weke gelê wargehê heta demla xwîna xwe ya dawî em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê her dem li ser şopa Sara, Fîdan û Leylayan bimeşin û bi hemû hêza xwe ve em ê êrîşên heyî vala derbixin. Em weke grupa 11’emîn ji grupa 12’emîn re serkeftinê dixwezin.”   Merasîma dewr girtinê bi dirûşma: "Bê Serok Jiyan Nabe"  û "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.