Yekîtiya Jinên Ciwan 3 jinên kurd ên têkoşer bibîranîn 2021-01-09 10:10:49   KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê têkoşerên komkujiya Parîsê di salvegera  wan a 9'emîn de bi bîr anîn û bilindkirina asta têkoşînê teqez kirin.    Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan, bi dehan ji ciwanên Kantona Kobanê li Qada Jina Azad kom bûn û têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemaz û Fîdan Dogan bi bîr anîn.   'Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin'    Di destpêkê de Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Xûnav Xelîl axivî û got: "Dewleta tirk di van salan de jinên têkoşer ku li dijî hişmendiya serdest û zayendperest têkoşîn dikin, armanc digİre. Hersê jinên ku li Parîs hatine qetilkirin ji tevahî jinên Kurd û cîhanê re bûn sembol û pêşengên berxwedanê. Di roja îro de bi hezaran jin li ser şopa Sakîne, Leyla û Fîdanan têkoşînê dikin, ji ber vê dewleta tirk bê navber me hedef digire. Ev yek jî di hedefgirtina siyasetmedar Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û hwd de teqez bû. Dewleta tirk ji vîna me ditirse, loma em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û tola hevalên xwe hilînin."   Paşê jinên ciwan li ber wêneyên têkoşerên komkujiya Parîsê, komkujiya Silopyayê û komkujiyê Helincê mûm pêxistin.   Di dawiyê de ciwanan berê xwe dan Qada Şehîd Egîd konê çalakiya gireva birçîbûnê û sînevîzyon di derbarê komkujiyê de dan pêşandan.