Wêneyê Sakîne Cansiz ê ku heta niha qet nehatiye weşandin 2021-01-09 09:26:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Dema siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz di 1988'an de di Girtîgeha Amedê de ye rojnamegerên wê serdemê ji bo zext û îşkenceyên li girtîgehê dibin raxin pêş çavan pêşangeha wêneyan li dar dixin. Di vê pêşangehê de wêneyek jê yê Sakîne Cansiz e.    Ji kadroyên yekem ê PKK'ê Sakîne Cansiz di 9'ê Çileya 2013'an de bi Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan re li Parîsê hat qetilkirin. Di jiyana xwe ya girtîgehê ya bi îşkence û sirgunan derbas bû de li dijî îşkenceyê serî hilda û sir neda. Sakîneya ku bi têkoşîna xwe bû sembol rêya têkoşîna jinan ronî dike.    Wêneyekî Sakîne yê di 1980'an de li Girtîgeha Amedê tê texmînkirin ku di hevdîtinê de hatiye kişandin derket holê. Di wêneyê ku ji aliyê Nûçegîhanê Rojnameya Milliyetê Mustafa Îstemî ve hatiye kişandin de Sakine di navbera 3 jinên girtî de rûniştiye. Wêneyê Sakîne yê ku gomlegekî spî û bi neqş li ser wê ye di hafizaya mirovan de şopeke kûr dihêle.    Di 1981-1988'an de kovara çand û hunerê ya ji mehê carekê dihat weşandin ji bo îşkence û zextên li girtîgehan ên di 1988'an de raxîne pêş çavan biryarê dide ku pêşengeha wêneyan li dar bixe. Ekîba ku ew ê pêşangehê li dar bixe li rojnamegeran, ÎHD'ê digerin bi rojnamegeran hevdîtinê dikin. Wêneyên di rûniştinan dikşînin berhev dikin. Yek ji wêneyên ku di wê pêşangehê de cih digire wêneyê Sakîne Cansiz e. Ev wêneyê ku gihaşt ber destên me li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê di dema hevdîtinê de hatiye kişandin.