'Çawa ku zarokên me bêdeng neman, divê em jî bêdeng nemînin' 2021-01-09 09:08:01   Safiye Alagaş - Sema Çaglak    AMED -  2 kurên Senîha Atalay girtî ne û kurek wê di çalakiya grevên birçîbûnê de ye. Senîha bang li malbat û raya giştî kir û got: "Girtî êdî zilmê napêjirînin û li hemberê wê derdikevin. Lewra çalakiya wan çalakiyek rewa û mafdar e. Em jî dixwazin daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Divê kurdên bi rûmet û li pêy mafên xwe de bin, bêdeng nemînin, ji ber ku zarokên me bêdeng neman."   Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 22 sal in berdewam dike. Her roja diçe ev tecrîd girantir dibe. Ligel vê girtiyan di 27'ê Mijdarê de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafên girtiyan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 9'an di roja 44'an de didome.    Têkîldarî çalakiya grevên birçîbûnê bangawaziyên xizmên girtiyan û girtiyan ji bo piştgirî û xwedîderketinê didome. Yek ji wan malbatan Senîha Atalay e ku 2 kurên wê girtî ne. Omer Atalay (32) e ku di sala 2015’an di pevçûna Sûrê de hatibû girtin, li Girtîgehê Tîpa D a Amedê girtiye. Her wiha kurê wê ya din Hasan Atalay (25) jî ku di sala 2016’an de hatibû girtin, li girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê de ye. Hasan di koma 3’yemîn de bû û tevlî grevê bibû. Dayika girtiyan Senîha derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.   ‘Em jî divê wekî zarokên xwe bêdeng nebin'    Senîha destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser şert û mercen girtîgehê û diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwazek rewa ye. Senîha got bila êdî Gelê Kurd ji vê rewşê re çavên xwe vekin û ev tişt anî ziman: “Zarokên me li zindanê di bin tahde, zilm û îşkenceyê de ne. Êdî em jî wek dayik wan tiştan nikarin rakin. Xwarin nadin wan, kalorîferan pênaxin, derman nadin û paqijiya girtîgehan nakin. Ji ber van zilm û binpêkirinan xew nakeve çavê me. Zarokên me tu carî di bîra me de dernakevin. Ew jî êdî wê zilmê napêjirînin û li hemberê wê derdikevin. Helbet tu kes nikare wan şert û mercan qebûl bike, lewra çalakiya wan çalakiyek rewa û mafdar e. Em jî dixwazin daxwazên zarokên bene cîh. Divê kurdên bi rûmet û li pêy mafên xwe de bin, bêdeng nemînin. Zarokên me bêdeng neman, wê demê em çima li cihê xwe rûnin.”   ‘Em ji rewşa zarokên xwe bi fikar in'    Senîha anî ziman ku daxwaza wan tenê rakirina tecrîd û aştiyeke mayînde ye û got: “Em ji bo zarokên xwe di nava fikaran de ne. Du sal berê jî ketibûn grevê. Rewşa wan ketibû xetereyê. Niha jî ji ber wê nexweşiyê de zêdetir rewşa wan xirab bibe. Bila dengê me biçe Ewropayê. Em êdî nizanin çi bêjin. Gava ez xwarin û şîvê amade dikim, zarokên min dikevin bîra min. Girtî, di zindanê de di greva birçîbûnê de ne. Ez dayik im û zarokên me nexweş in, tedawiya wan nayê kirin. Du kurê min jî di girtigehê de nexweş in. Kesên ku tacîz û tecawîzê dikin, bê ceza dimînin yên me bê sûc tên girtin û cezayê giran didin wan. Ji ber ku dibêjin bila ew zilm û heqaret rabe.”   ‘Heke tecrîd rabe dê zilm jî bi dawî bibe'    Senîha anî ziman ku, ew li hundir malbat jî li derve zilmê dibînin û nêrînê xwe anî ziman: “Dema grevên birçîbûnê ya ku berê de derûniya me êdî xirab bibû. Bila parlamenter, rêxistinên sîvîl û hemû parêzvanên mirovan deng derxînin. Em naxwazin wekî berê ji girtîgehan cenaze derkevin. Madem zarokên me ji bo gelê xwe pêngaveke dan destpêkirin û bedena xwe dan ber mirinê, divê em jî erka xwe bînin cih û divê mafê zarokên xwe bipirsin. Rakirina tecrîdê rêya aştiyeke mayînde ye. Ew tiştê hemû kes jî dizane. Heke tecrîd rabe, ew ê zilm jî ji holê rabe dê deriyê zindanan jî dê vebin."    ‘Zext û zordarî li ser me kêm nebû’   Senîha di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser zext û zordariya ku tê kirin: “Çend car bi ser mala me de girtin. Deriyê me şikandin û ketin hundir. Tu kes jî di malê de tune bû lê hemû eşyayên me şikandibûn û mala me tarûmar kiribûn. Ew çaxê em li malê de nebûn, ji me re gotin hatine mala we. Gava em çûn, pirsa zarokên min kirin. Jixwe zarokên min di girtîgehê de bûn, ango bi van tiştan dixwazin derûniya me jî xirab bikin. Tu mafekî wan wisa nîne, bi zanebûnî wisa dikin ku zêdetir malbatan biêşînin.”