'Dijmin ji hêza jinê ditirse loma êriş dike' 2021-01-09 09:06:19   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Hevseroka Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm derbarê êrîşên ser jinan û dîlgirtina jinên siyasetmedar a ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir. Xedîceyê wiha got: "Jinên kurd rabûn ser piyan, daxwaza mafê xwe kirin û bêdeng neman. Loma dewleta tirk hertim jinan dike hedefa êrîşên xwe."   Di siyaseta dewleta tirk de, binpêkirina mafê mirovan û mafê jinan hertim di rojevê de ye. Di dema dawiyê de êrîş û dîlgirtina jinan, bi taybet jinên siyasetmedar yên ji bo doza mafê xwe tev digerin, zêde bûye. Hemû kiryarên dewleta tirk li ber çavên hemû dewletên navneteweyî bi rengekî rojane tê kirin, lê mixabin li hemberî van kiryaran bê deng in. Têkildarî mijarê Hevseroka Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm derbarê kiryarên ku li ser jinan ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin nirxand û ji me re parve kir.   'Dijmin ji hêza jinê ditirse loma êriş dike'   Xedîceyê di derbarê binçavkirin û dîlgirtina siyasetmedarên jin nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got:"Di dema dawiyê de dewleta tirk êrîş li ser jinan û siyasetmedaran zêdetir kir. Di 21’ê Kanûna 2020’an de dewleta tirk li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven cezayê 22 sal û 3 meh birî. Tevî ku endama perlementoye jî, lê dewleta tirk bi hêncetên cuda ew dîl girt. Dewleta tirk bi dîlgirtina siyasetmedaran re dixwaze azadiyê û dengên ku bi demokrasiyê bang dike bifetisînin. Cezayê li Leyla Guven hate birîn mînaka herî ber bi çava ye ku dijmin ji hêza jinê ditirse loma êriş dike."   'Jina kurd ji bo azadiya hemû jinan têdikoşe'   Xedîcayê di domandina gotina xwe de destnîşan kir ku jina kurd ji bo azadiya hemû jinan hertim di nava têkoşînê de ye û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bi riya şerê taybet zîhniyeta desthilatdariya xwe ser civakan dide ferzkirin. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jina kurd bû sembola hemû jinên cîhanê, berxwedan û serhildana wê li hemû cîhanê deng veda.  Hemû jinên kurd rabûn ser piyan, daxwaza mafê xwe kirin û bêdeng neman, loma jî dewleta tirk hertim jinan dike hedefa xwe. Di bajarên dagirkirî de yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî rojane jin tên qetilkirin, revandin, tecawizkirin û firotin. Jina kurd ji bo azadiya hemû jinan di nava têkoşînê de ye."   'Heger jinek ne azad be, civak jî ne azad e'   Xedîcayê di dawiya gotina xwe de diyar kir ku tevî bêdngiya dewletên nevneteweyî hertim binpêkirinên dewleta tirk ji raya giştî re eşkere dibin û wiha bi dawî kir: "Tu zagonên mafê girtiyên siyasetmedar di dadgehên dewleta tirk de nayên pêkanîn. Binpêkirina mafê mirovan di zindanên tirkiyeyê de tên kirin. Em weke  jinên kurd ên parêzer  tevî bêdengiya dewletên navneteweyî hertim van kiryar û binpêkirinan ji bo raya giştî û rêxistiên mafê mirovan eşkere dikin. Heger jinek ne azad be wê demê civak jî ne azad e."