'Armanca komkujiya Parîsê têkbirina tevgerên jin bû' 2021-01-09 09:01:59   Dilucan Bozî    KOBANÊ - Hevseroka Têkiliyên Diplomasîyê ya PYD'ê ya Herêma Firatê Almas Romî têkildarî 9'emîn salvegera komkujiya Parîsê nirxandin kir. Almasê ev tişt got: "Komkujiya Parîsê bi pilaneke qirêj hate kirin. Armanca vê komkujiyê têkbirina tevgerên jin bû."   Di 9'ê Çileya 2013'an de pêşenga tevgera azadiya jinên kurd Sakîne Cansiz (Sara), Endama KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn)  û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî), li Bîroya Enfermasyona Kurdistanê a Paytexta Parîsê ya Firansayê hatin qetilkirin.  Têkildarî vê mijarê Hevseroka Têkiliyên Diblomasîyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Almas Romî nirxand kir.   'Bi awayekî plankirî êrîşî jinan dikin'   Almasê diyar kir ku bi Komkujiya Parîsê vîna tevgera jinan hedef hatiye girtin û wiha pê de çû: "Komkujiya ku li Parîsê hatiye kirin, armanc ew e ku di kesayeta jinên azad Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de tevgerên jin têk bibin û jinan bê vîn bihêlin. Hersê jinên pêşeng di her kêliyên jiyana xwe de li pey damezirandin û pirojeyên jiyana azad, wekhev û demokuratîk dimeşiyan û meşa wan heya vê kêliyê jî didome. Dewletên faşîst mîna dewleta tirk û hevkarên wê hertim jina ku li dijî polîtîkaya wan ya qirêj serî hildide û têkoşîn dike binçav dikin, an jî dikujin. Komkujiya Parîsê ya di 9'ê Çileya 2013'an de pêk hat ne tesaduf bû, bê guman ev komkujî ji aliyê dagirkeran ve pilankirî bû. Di her komkujiyekê de dewletên dagirker bi awayekî plankirî êrîşî jinan dikin, weke mînak em dikarin komkujiya Silopiya, Parîs û Helincê bidin."   'Armanca komkujiya Parîsê têkbirina tevgerên jin bû'   Almasê da zanîn ku di her kêliyê de êriş li dijî jinê têkoşer tê kirin û wiha bi dawî kir: "Dewleteke ku ji hêza jinan bitirse, bê guman wê di her firsetê de hewil bide ku jinan tune bike û pêşengên jinan qetil bike. Dewletên dagirker di her demekê de hewil dide ku jinên pêşeng bike armanca xwe û rêbazên herî xirab ên dijmirovahiyê li ser kesayeta wan jinan pêk tînin. Komkujiya Silopiya, Parîs û Helincê pêk hat. Di van hersê komkujiyan de 9 jinên pêşengên civakê hatin qetilkirin, lê bila dagirker baş bizanibin ku têkoşîna jinan bê navber didome û wê bidome jî. Yek ji dewletên herî zêde dijiminatiya jinan dike û hemû mafê jinan binpê dike, dewleta tirk e. Pilanên dagirkeran bi ser neketin, jin di her kêliyê de zêdetir xwedî li têkoşîn û tevgerên xwe derketin û wê têloşîna tevahî jinên pêşeng û cangoriyên azadiyê bê navber bidome. Em hemû jin şopdarê Sara, Leyla û Fîdanan in û em ê di her kêliyê de têkoşîna xwe xurtir bikin û bibin xwedî hêza bingehîn a Sarayan."