ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-09 09:00:00   *Hevseroka Têkiliyên Diplomasîyê ya PYD'ê ya Herêma Firatê Almas Romî têkildarî 9'emîn salvegera komkujiya Parîsê nirxandin kir. Almasê ev tişt got: "Komkujiya Parîsê bi pilaneke qirêj hate kirin. Armanca vê komkujiyê têkbirina tevgerên jin bû." DÎMEN HEYE   *Keç meta Sakîne Cansiz Nurcan Yildirim di 8’emîn salvegera qetilkirina wê de wiha got: "Ev komkujiyek plankirî bû. Ev komkujiyeke bi hevkarî hatiye kirinê ye. Tercîhkirina Sakîneyê jî tu car ne tesaduf bû. Ewil li jinan xistin, li Sakîneyê û hevalên wê xistin. Li elewiyan xistin li kurdan xistin. Li bindestan xistin." BI DÎMEN    *Jina bi navê Emîne Yilmaz Aktaş a ku li Cizîrê dijî, ji bo çanda kincên kurdî neyê jibîrkirin bi destên xwe fîstanan didirû û vê çandê zindî dihêle. Emîne, dibêje: “Bi şev û biroj van kincan bidûrim jê têr nabim. Dema mirov îro lê dinêre kes zêde xwedî li vê çandê dernayê. Sedema vê jî bandora pergalê ye. Em dev ji çanda xwe bernedin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz sererastkirina qanûnê ya rê li ber tayînkirina qeyûman ji bo STO’yan vedike û got: “Desthilatdarî bi qanûnên derdixe hewl dide bêçaretiya xwe veşêre. Lê êdî nikare veşêre. Li aliyê din jî dixwazin faşîzmê bi qanûnan bidin meşandin. BI DÎMEN    * Hevseroka Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm derbarê êrîşên ser jinan û dîlgirtina jinên siyasetmedar a ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir. Xedîceyê wiha got: "Jinên kurd rabûn ser piyan, daxwaza mafê xwe kirin û bêdeng neman. Loma dewleta tirk hertim jinan dike hedefa êrîşên xwe." BI DÎMEN    * 2 kurên Senîha Atalay girtî ne û kurek wê di çalakiya grevên birçîbûnê de ye. Senîha bang li malbat û raya giştî kir û got: "Girtî êdî zilmê napêjirînin û li hemberê wê derdikevin. Lewra çalakiya wan çalakiyek rewa û mafdar e. Em jî dixwazin daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Divê kurdên bi rûmet û li pêy mafên xwe de bin, bêdeng nemînin, ji ber ku zarokên me bêdeng neman." BI DÎMEN    * Li Şehbayê biranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez (11.00) BI DÎMEN    * Li Şehbayê vekirina Navenda Jineolojiyê (13.00) BI DÎMEN     * Li Qamişloyê ji bo biranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meş bê li darxistin. (11.00) BI DÎMEN    * Li Helebê Kongreya Star ji bo biranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşek li dar dixe. (13.00) BI DÎMEN    * Li Til Temîr ê Kongreya Star ji bo biranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşek li dar dixe. (10.00) BI DÎMEN    * Li Kobaneyê ji bo biranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meş bê li darxistin. (12.30) BI DÎMEN    * Şopandina çalakiya greva birçîbûnê ya Kobanê (13.00) BI DÎMEN    *Li  Hesekê ji bo biranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meş bê li darxistin. (11.00) BI DÎMEN