3 jinên siyasetmedar li Şengalê hatin bibîranîn 2021-01-08 17:01:01   ŞENGAL - Jinên êzidî bi minasebeta 8'êmin salvegera qetilkirina hersê jinên li Parîsê, daxuyaniyek dan û gotin: "Em ê wek jinên êzidî heta dawiyê li pêy şopa heval Sara têkoşîna xwe bidomînin."   Çalakiya ku 38 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin, dewam dike. Îro bi minasebeta salvegera 8'êmîn qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ber derê konê daxuyaniyek hat dayîn. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), endamên Jinên Ciwan ên Êzidî, endamên Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) û endamên Meclîsa Xweser a Şengalê tevlî daxuyaniyê bûn.    Daxuyaniya ji aliyê endama Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Mecîde Dexil ve hat xwendin. Mecîde di daxuyaniyê de wiha axivî: "38 roj in em li ser şopa berxwedana Sakîne Cansiz li ber vî konê rûmetê ji bo êzidî bibin xwedî îrade li ber xwe didin. Ger ku em îro berxwedidîn ev mîrateya rêheval Sara ye. Encamê berxwedana wê ya mînak îro civaka êzidî jî bo hebûna xwe li dijî planê heyî di nava berxwedanekê de ne.”   Piştî daxuyaniyê endama Meclîsa Xweser ya Şengal Hemşê Reşo jî axaftinek kir û got: “Em rêzdarî bejna xwe li hemberî her 3 şehîdên şoreşger ditewînin. Têkoşîna wan wê bibe hêza berxwedana Şengalê. Heya niha jî kujer nehatine dadgeh kirin. Em ê wek jinên êzidî heta dawiyê li pêy şopa heval Sara têkoşîna xwe bidomînin.”