Li Amedê panela 'tecrîd û greva birçîbûnê' hat lidarxistin 2021-01-08 15:34:31   AMED - Parlamentera HDP'ê Dersim Dag a ku di panela 'tecrîd û greva birçîbûnê' de axivî diyar kir ku polîtikayên tecrîdê ji bo bêîradehiştina civakê ye û bang kir ku hemû kes ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê bibin yek.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê panela  'tecrîd û greva birçîbûnê' li dar xist. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm Dinç, Parlamentera HDP'ê Dersim Dag, ji rêveberên Komeleya 78'an Şeyhmus Doku beşdarî panelê bûn. Moderatortiya panelê Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Îrfan Soner kir. Di panelê de pankarta bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovatiyê ye" hat daliqandin. Her wiha Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêveber û endamên HDP'ê yên Amedê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û gelek kes beşdarî panelê bûn.    Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bîranîn   Di destpêkê de ji rêveberên Komeleya 78'an Şeyhmus Doku mafê axaftinê girt û sê siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez bi bîr anî. Şeymus dîroka çalakiyên grevên birçîbûnê rave kir, her wiha serîhildana girtiyên li Girtîgeha Amedê bi bîr xist û got:"Ji bo jiyanê serîlêdana dawî ya ji bo çareseriyê ye çalakiyên grevên birçîbûnê. Loma çalakiyên grevên birçîbûnê yên di 27'ê mijdarê de hat destpêkirin ji bo hemû mirovatiyê hat destpêkirin. Herkes îro di bin bandora ferzkirina tecrîdê dimîne. Loma divê em bibin deng."   Banga "peymanan pêk bîne" a ji bo hukumetê   Piştre ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm Dinç,  wiha got:"Tecrîd li kê dibe bila bibe ev sûc e. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandoreke neyînî li ser jiyanê dike. Em loma banga pêkanîna peymanên navneteweyî li hukumetê dikin."   'Armanca tecrîdê bêîradehiştina civakê ye'   Herî dawî Parlamentera HDP'ê Dersim Dag diyar kir ku tayinkirina qeyûman yek ji encamên tecrîdê ne û wiha got:"Heta tecrîd bi dawî nebe ew ê jiyan azad nebe. Armanca tecrîdê bêîradehiştina civakê ye. Piştigiriya ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê girîng e."   Panel piştî navberê ji çapemeniyê girtî dewam kir.