6 jinên kurd hatin bîranîn: Em ê têkoşîna wan bidomînin 2021-01-08 15:31:19   SÊRT/ ESKÎŞEHÎR - Di çalakiyên bîranînê ku li du bajaran ji bo 6 jinên li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin de soza mezinkirina têkoşînê hat dayîn.   Ji bo 3 jinên ku li payitextê Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û jinên ku di 4'ê çileya 2016'an de li Sîlopiyê hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li gelek bajaran çalakiyên biranînê hatin lidarxistin.   'Heta ku kujer bên darizandin wê têkoşîn bidome'   Li Sêrtê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji bo her 6 jinan li avahiya HDP'ê ya Sêrtê çalakiya bîranînê hat lidar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên DHP'ê yên navçe û bajarê Sêrtê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli bîranînê bûn. Di bîranîna ku bi merasîmê û pêşandana sînevîzyon hat destpêkirin de parlamenter Meral Daniş Beştaş axivî.  Meral diyar kir ku jinên hatin qetilkirin têkoşer bûn, kujerên wan hîna nehatine cezakirin û hikumet dixwaze komkujiya li Parîsê tenê bike sutiyê kesekî. Meral wiha berdewam kir, "Dema ku komkujî li Parîsê hat kirin diyaloga di navbera Faransa û Tirkiyeyê de hîna nayê zanîn. Kujer jî yekî ji MÎT'ê ye. Heta ku kujer bên cezakirin wê têkoşîna me bidome."   ‘Sucekî navneteweyî bû’   Meralê gotku 3 jinên li Sîlopiyê jî bi zanebûn hatin qetilkirin  û wiha berdewam kir, "Sêvê dema hat qetilkirin 11 gule ji bedena wê hatin derxistin. Ev bi zanebûn hatin kirin û sûcekî navneteweyî hat kirin. Hûn biçin kîjan devera cîhanê têkoşîna jinên kurd mînak tê nîşandan. Ez bejna xwe li hember bîranînan kesên hatin qetilkirin ditewînim."   Çalakî bi çepikan bi dawî bû.   Eskîşehîr   Meclisa Jinan a Eskîşehirê ya DHP'ê jî her 6 jinên ku hatin qetilkirin  bi civîneke çapemeniyê bi bîr anîn. Di cîvîna ku li avahiya HDP'ê ya Bajêr hat lildarixsitn de pankarta bi nivîsa "Têkoşîna jinê ji Sarayan heta Sêvêyan berdewam dike" cih girt.  Hevseroka HDP'ê ya Eskîşehirê Şukran Ercan , diyar kir ku komkujiya li Sîlopiyê berdewamiya komkujiya Parîsê ye û got, "Bi van komkujiyan re xwestin ku peyamekê bidin jinên kurd. Lê em careke din dibêjin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê kujerên qetlîaman bên darizandin. Lê ne Tirkiyey û ne jî Fransayê ji bo komkujiya Parîsê ronî bikin tu tişt nekirin. Ez jinên ku li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin careke din bi rêzdarî bi bîr tînim."