Koma li ber HDP'ê êrîşî nûçegîhana me kir 2021-01-08 14:09:16   AMED - Nûçegîhana me Gulîstan Azak a ku ji bo nûçe bişopîne çû avahiya HDP'ê ya Amedê, ji aliyê koma ku li gel polîsan li ber avahiyê rûniştibûn ve bi êrîşa fizîkî re rûbirû ma.    Koma ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her roj li gel polîsan nûrdinê bendemayîna xwe didomîne. Kesên ku di nava komê de ne û ji aliyê polîsan ve nayên astengkirin êrîşî kesên ku dikevin avahiyê û derdikevin dikin. Van kesên êrîşkar îro jî êrîşî nûçegîhana me Gulîstan Azak ku ji bo şopandina nûçeyê çûbû HDP'ê kirin.    Gulîstanê bahsa êrîşê kir, got ku avahî ji aliyê polsan ve hatiye dorpêçkirin û polîs pêyî ku lêgerînê li ser kesan bikin wan bernadin avahiyê. Nûçegîhana dem diyar kir ku kesek ji nava koma ku li ber avahiyê dimîne bi bazdanê hatiye û pêlav avêtiye, heqaret lê kiriye û tundiya fîzîkî lê kiriye. Nûçegîhana me diyar kir ku kesên li partiyê piştî dengê gengêşiyê bihîstine hatine û ew girtine hûndirê avahiya partiyê.    'Heqareta devkî û fizîkî lê hat kirin'    Nûçegîhana me tişta hat serê wê wiha vegot: "Dema ku çûm HDP'ê min dît ku avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Polîsan ji min re got ketina avahiyê qedexe ye û min jî karta xwe ya çapemeniyê nîşanî wan da. Piştî ku polîsan li ser min û li çenteyê min lêgerîn kirin min xwest ku derbas bibim. Ji koma jinên ku li ber avahiyê di nobetê de ne yekê êrîşî min, pêlava xwe derxist avête min  û bi bazdanê hat gel min, porê min kêşand û çêr li min kirin. Polîsan jî di wê navê de bi milên min girtin û min kaş kirin ber deriyê partiyê ku bi bariyerên polîsan girtibûn û ji min re gotin ku tu dikarî di cihkî vekirî re bikevî avahiyê. Kesên li partiyê li ser gengêşiya ku derket hatin dervê derî û min girtin hundir."