Girseya ji bo yekîtiyê daket qadan:Zext nikarin me bêzar bikin 2021-01-08 13:45:33   WAN - Ketina Parka Feqiyê Teyran a Wanê ku ew ê DBP'ê lê daxuyaniya yekîtiya neteweyî bida ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. Welatiyan bertek bi dirûşma "Zext nikarin me bêzar bikin" û bi lîrandinê nîşanî astengkirina polîsan dan. Polîsan mudaxaleyî girseyê kir.    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, bi tevlîbûna Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydeniz, bi dirûşma "Niha dema Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê ye" xwest li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Beriya girseya DBP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, polîsan Parka Feqiyê Teyran dorpêç kir û destûr nadin girse derbasî parkê bibe. Girseya ku hevserokên KCD, DBP û gelek parlamenterên HDP'ê di navde ne ji bo daxuyaniyê bide berê xwe bi parkê vekir. Lê polîsên bi maşîneyên zirxî park dorpêç kirine, ketin û derketina parkê girtine û destûr nadin welatî derbasî parkê bibin. Welatiyên nikarin derbasî parkê bibin, li derve bê navber dirûşmên "Zext nikarin me bêzar bikin" û "Bê Serok jiyan nabe" berz dikin. Rageşiya di nava polîsan û girsê de didome.    Girseyê dest bi meşê kir, polîsan di vê kêliyê de bi bombeyên gazê û ava şid mudaxileyî meşê kir. Her wiha li qada ku daxuyanî bê dayîn bê navber helikopter difire.