Xelkê Şengalê 38 roj in berxwedana xwe didomînin 2021-01-08 09:12:20     ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 38’ an de berdewam dike.   Çalakiya ku 38 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî li derketina li Asayişa Êzidîxanê hat destpêkirin bi serdanên şêniyên Şengalê ve didome. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.   Xelkê Şengalê heta niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî nedanê.