Fîdan û Leyla ji bo jinan bûn ronahî 2021-01-08 09:06:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li paytexta Parîsê ya Fransayê di 2013’an de bi Sakîne Cansiz re hatin qetilkirin, her çiqas jiyana wan li surgunê bidome jî dest ji têkoşînê bernedan. Jinên ku riya wan ji Mezopotamyayê dirêjî Ewropayê bûn, ji têkoşîna azadiya jinan a îro re bûn ronahî.   Li ser axa Mezopotamyayê zindî bûn û bûn şitil. Ev her sê şitlên li sê warên cuda yên vê axê hatin dinê di riyekê de hatin cem hev. Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî)…   Têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna azadiya jinên Kurd di 9’ê Çileyê 2013’an de şahidiya vê komkujî û suîkasta siyasî ya mezin kir. Li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya ligel îstasyona trênê ya navendê ya Gare du Nord bû, siyasetmedarên Kurd Sakîne, Fîdan û Leyla ji aliyê endamê MÎT’ê Omer Guney ve hatin qetilkirin. Jinên Kurd, Tirk û yên cîhanê daketin qadan û hêrsa xwe nîşan dan û tevî 8 salan jî ev hêrs neqedya. Têkoşîna her sê jinan bi biryar tê domandin.   Ji her çar alî cîhanê rêhevalên yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez, di riya wan de dimeşin.   15’ê Sibatê ji bo wê dîrokeke girîng bû   Fîdan Dogan di 17’ê Çileyê 1982’an de li gundê Hançiplak a Elbîstan a Mereşê hat dinê. Fîdan 2 salî bû malbata wê neçar ma koçî Fransayê bike. Fîdan jî di 9 saliya xwe de diçe cem malbatê. Fîdan kampên penaberan di vî temenê xwe de nas dike. Perwerdeya navîn û lîseyê li Strasburga Fransayê temam dike. Malbata wê malbatek welatparêz bû û ji ber vê jî Fîdan di nav çanda Kurd û têkoşîna neteweya Kurd de mezin dibe.   Fîdan diçe Komeleya Çanda Kurd a Strasburgê û di faliyetên çandî de cih digire. Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployekê anîn Tirkiyeyê şûnde, Fîdan bi awayekî çalak tevlî têkoşînê dibe. Tevlî xebatên ciwanan ên Ewropayê dibe û navê ‘Rojbîn’ bi kar tîne.   Ligel dîplomasiya gel   Rojbînê di 2002’an de peywira nûneriya Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) digire. Fîdan li gelek welatên Ewropayê faaliyetê dîplomatîk dimeşîne û bi gelek siyasetmedarên li Ewropayê re tê gel hev. Her çiqas bi gelek siyasetmedarên payebilind re bê cem hev jî ew her tim li alî dîplomasiya gel bû. Aliyê wê yê herî zêde bal dikişand jî, cidiyet, hewldêrî û hêza wê ya îqnayê ya di xebatan de bû. Di 2007’an de li dijî jehrîbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi daxwaza ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê çalakiya grevê ya 39 rojan pêk hat û Fîdanê berdevkiya çalakiyê kir.   Dibe berpirsa Enformasyonê   Rojbînê di nav salan de di qada dîplomasiyê de xwe pêş dibe û di 2011’an de berpirsyariya Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Parîsê digire. Şerê li welat dimeşiyan jî di platformên navneteweyî de dianî ziman.   Rojbînê ji forumên civakî heta senatoyan, parlamento û heta Konseya Ewropayê dibe fîgura dîplomatîk a delegasyona Kurd. Heta roja hat qetilkirin jî xebatên xwe bê navber meşand.   Têkoşîneke bi surgunê hatiye destpêkirin   Yek ji sê jinên hatin qetlkirin Leyla bû û ya herî ciwan bû. Malbata wê ya li Licê dijiya ji ber zextên dewletê koçî Mersînê dike. Leyla li wir tê dinê. Di 1’ê Çileyê 1989’an de li Mersînê tê dinê û zarokatiya wê li wir derbas dibe. Zextên dewletê li wir jî didomin. Leyla bi malbata xwe re koçî Ewropayê dike.   Leyla û malbata ku bêyî yek alavên xwe bigirin çûn Elmanyayê li bajarê Halle ya eyaleta Saksonya-Anhalt bi cih bûn. Bi salan têkoşîna jiyanê dan. Malbatê ligel dibistanên Alman, zarokên xwe ji çanda xwe dûr nehiştin û birin Komeleya Kurd. Leyla li wir di koma reqsê de cih digire.   Hêrsa Leylayê ya li dijî zextên dewletê mezin dibe û wek Sakîneyê biryar digire ku hêrsa xwe biguhere pevçûnê. Leyla di 2008’an de çalak tevlî xebatan dibe û 2 sal şûnde di 2010’an de tevlî PKK’ê dibe. Leyla piştî demekê dîsa vedigere Ewropayê û xebatên ciwanan dimeşîne.   Leyla ku bi biryar û samimiyeta xwe dihat nasîn 8 sal berê di 9’ê Çile de bi Sakîne û Leylayê re hat qetilkirin…   Tevî di ser qetilkirina sê jinên Kurd de 8 sal derbas bûye jî ev komkujiya siyasî hîna nehatiye ronîkirin. Piştî komkujiyê tevî hemû zextan têkoşîna jinan her çû mezin bû.