'Li Eyn Îsayê moşekên MRLS'ê tên bikaranîn' 2021-01-08 09:04:30   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Hevseroka Komeleya Tîrêj a herêma Firatê Emîra Mihemed Elî têkildarî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê û bikaranîna moşekên MRLS'ê nirxandin kir. Emîrayê wiha got:"Bikaranîna moşekên MRLS'ê ya li dijî navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê, bi erêkirina hemû dewletên navneteweyî ne. Ev nayê qebûlkirin."    Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê bi moşekên (MRLS) êrîşî navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê dike. Ev moşekên ku niha li Eyn Îsayê bi kar tînin, li Azarbeycanê jî hatin bikaranîn. Piraniya van moşekan ji bo durbûnê tên bikaranîn. Êrîşên herî giran û dijwar li gundê Hoşan, Mielek, El- Mişêrfê, Cehbel ku li Rojhilatê navçeya Eyn Îsayê ye, rêya M4 û kampa Eyn Îsayê tê kirin. Di 3'yê Çileyê de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî taxa Başurê navçeya Eyn Îsayê kirin û di encamê de fûze û top li mala kesê bi navê Ehmed Şedad ket û zirarên madî çêbûn, jina bi navê Litfiya Şedad û zarokek jî birîndar bûn. Beriya çend rojan navenda Eyn Îsayê û cihê Lîwa ya 93 hat topbaran kirin. Dewleta tirk di 19'ê Mijdara 2020'an de baregehek leşkerî li gundê Temamîh ku 2 km durî navçeya Eyn Îsayê dikeve ava kirin. Her wiha dewleta tirk dest bi avakirina baregeheke nû ya leşkerî ya li derdora Eyn Îsayê dike. Sivîlên ku rêya M4 bi kar tînin ji binpêkirinên dewleta tirk û hevkarên wê bi fikar in û teqez dikin ku baweriya wan bi hêzên Rûsyayê nemaye.   Têkildarî mijarê Hevseroka Komeleya Tîrêj ya herêma Firatê Emîra Mihemed Elî nêrîna xwe parve kir.   'Çavên hemû dewletan li Eyn Îsayê ye'   Emîrayê destnîşan kir ku bazarek qirêj li ser navçeya Eyn Îsayê tê kirin û wiha pê de çû: "Êrîşên ku li ser Eyn Îsayê tên kirin em şermezar dikin û bêdengiya rêxistinên mafê mirovan li hemberî kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê rexne dikin. Lihevkirinek di navbera Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê de ji bo firotina Eyn Îsayê tê kirin, hemû pilan û lihevkirin birêvebirina Rûsyayê tê kirin. Bi derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê ya  ser axa Sûriyeyê dixwazin nasnameya Rejîma BAAS'ê ji nû ve vegerînin. Herî zêde jî niha êrîşên giran li ser navçeya Eyn Îsayê tên kirin. Ji ber her kes dizane ku Eyn Îsa cihekî girîng û stratejîk e, lewma şerê herî giran li wir tê kirin û her kes dixwaze para xwe jê bigire.   'Dixwazin wekheviya di navbera pêkhateyan de xirab bikin'    Emîrayê di dewama gotina xwe de da zanîn ku ruxmê agirbest hatibû ragihandin, lê dewleta tirk agirbestê binpê dike û wiha domand: "Di 17'ê Cotmeha 2019'an de hevpeymana agirbestê hat ragihandin, lê heta roja îro jî dewleta tirk û çeteyên wê  agirbestê binpê dikin. Ji deverên ku şer lê hatin kirin her kesî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku ev dever cihê rehetî û ewlehiyê ye. Herî zêde aramî û istiqrar li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye û ev herêm hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne. Lewra dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî van deveran dikin, dixwazin ji binî de pergala netewa demokratîk têk bibin û wekheviyê xirab bikin. Di serî de dixwazin pirojeya neteweya demokratîk pûç bikin û tevlîheviyan di nava herêmê de ava bikin."   'Li Eyn Îsayê moşekên MRLS'ê tên bikaranîn'   Emîrayê bal kişand ser bikaranîna moşekên MRLS'ê ku beriya vê bi demekê  li Azerbeycanê hatibû bikaranîn û wiha domand: "Dema ku moşekên qedexekirî li Eyn Îsayê bê bikaranîn wê demê bi erêkirina hemû dewletan ev kar tên meşandin. Ev çek li Lîbyayê jî hatin dîtin, belkî li ser çapemeniyê nedihat belavkirin lê bi awayekî veşartî dihatin bikaranîn. Îro li Eyn Îsayê çekên NATO'yê tên bikaranîn, di vir de pirs di serê mirovan de dizivîre, ev kesên ku cihên xwe di nava NATO'yê de digirin, qaşo dibêjin em şer naxwazin em li gor berjewendiyên gel kar dikin. Lê ew bi xwe jî zagonên şer datînin û dibêjin em edaletê dimeşînin. Rojane sivîl bi çekên wan tên kuştin, zarok bê dayik û bav dimînin. Eger ew bi xwe zagonên şer derdixin em ji wan dipirsin kanî zagonên wê? Gelê me bi çekên we jiyana xwe ji dest didin. Eger îro dewleta tirk û çeteyên wê bi van çekan êrîşî Eyn Îsayê dikin ew vê dide diyarkirin ku dewletên navneteweyî bi Erdogan re dibêje keremke êrîş bike."   'Berxwedana gel dê dagirkeriyê têk bibe'   Emîrayê bal kişand ser bêdengiya saziyên mafê mirovan û wiha bi dawî kir: "Di Serêkaniyê de çekên kimyewî yê qedexekirî dihatin bikaranîn û mafên mirovan bê deng man, îro li Eyn Îsayê cardin moşekên MRLS'ê tên bikaranîn û li beramberî vê yekê dîsa Komeleyên Mafên mirovan bê deng e û tu helwestan diyar nake. Heta niha tu dewletan daxuyanî di derbarê êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê de nedan, di vir de şikê bi mirovan re ava dike ku destên hemû dewletên NATO'yê di êrîşên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye. Berxwedana ku hemû pêkhateyên herêmê bi hev re li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê didin meşandin wê serkeftinê bi xwe re bîne û dagirkeriyê têk bibe."