Jinên Mexmûrê: Hêza Sakîneyê ya şoreşger bandor li me kir 2021-01-08 09:03:29   MEXMÛR - Jinên Mexmûrê bal kişandin nêzîkatî û helwesta Sakîne Cansiz û gotin: "Heza wê ya şoreşgeriyê, dilnizmbûna wê û fedakariya wê bandorê li me kir. Her wiha tişta ku qebûl nedikir jî neheqî bû. Ji bo xwedî li derketina keda wê divê em yekitiya xwe avabikin."    Siyasetmedar Sakîne Cansiz (Sara) bi gotinên "Jiyana min her tim şer bû" li dijî pergala serdest serî rakir. Bi dilsoziya xwe ya azadiyê re ji jinan re bû pêşeng. Ji hêla jinên çepgir, şoreşger, sosyalîst, femînîst û anarşîst wê baş dihat nasîn. Ne tenê jinên kurd, gelek jinên cîhanê jî bi têkoşîna wê bi bandor bû.    Sakîne Cansiz di her qadên têkoşînê de li pêy xwe şopek hişt. Sakîne li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kedek mezin da û li vir mîrateyek ji zarok, ciwan û jinên Mexmûrê re hişt. Bi taybetî di salên 2000’î heta 2002’yan de xebatên perwerdeyê ya wargehê re eleqedar bû û li vir pergaleke perwerdeyê da avakirin. Nêzikatî û eleqedarbûna wê ya bi zarokan re, bi xwendekaran re, bi jinan re tu caran bi dawî nedibû. Bi taybetî jî ji bo pêşketina jinên ciwan û jinan kedek wê ya bê hempa hebû. Hewldana wê bi taybetî ne di aliyek bû, dixwest jin xwe di hêla çand, huner û zanîstî de pêş bixe.   Reqya Çetîn,  Meqbûla Kaya û Xatûn Demîr ji Mexmûrê ne û gelek caran bi Sakîneyê re xebat dane meşandin. Ji ajansa me behsa taybetmendiya Sakîne Cansiz kirin.    ‘Sara tu carî neheqiyê qebûl nedikir’   Reqya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dil nizmiya Sakîne Cansiz û got: "Heval Sara ji mirov û mirovatiyê pir hezdikir, ji zarok, mezin, pîr, kalan hez dikin. Lawir û xwezayê her tiştî ku li ser cîhanê heyî hez dikir. Bi zarokan re dibû zarok, bi dayikan re dibû dayik, bi mezinan re dibû mezin. Jinek şoreşger bû, azadîxwez bû, berxwedêr bû. Heval Sara tu carî neheqiyê qebûl ne dikir û li dijî bê mafiyê tucar serî neditewand. Heta dawiya emrê xwe her têdikoşiya. Heval Sara li wargehê mamostatî jî kir. Ev tişt bandorek mezin li ser civakê kir, ji ber ku kesekê bi bandorbû. Li dora xwe şopek dihişt. Di her milî de dixwest alîkarî bide jinan ku jin xwe pêş bixe û xwe zana bike."   'Divê bûyer bê zelalkirin'   Reqya, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê ya li hemberî siyasetmedarên kurd û wiha axivî: "Bi hevkariya dewletên din û dewleta Tirkiyeyê heval Sara hat şehîd xistin. Divê qeltilkirina hersê jinan bê ronîkirin. Divê edî li hemberî kurdan biryaran negirin û mafên kurdan binpê nekin. Divê dewletên din piştgiriyê nedin dewleta tirk. Ez di şexsê şehîd Sara de tevayî şehîdan bi bîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim."   'Heza wê ya şoreşgeriyê bandorê li me kir'    Meqbula jî da zanîn ku her tim meraqa wê çiya bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jinek pir dil nizim,  jêhatî û fedakar bû. Bi kar û barê xwe re gelekî girêdayî bû. Girêdanbûna wê ya li serokatiyê, dozê û têkoşînê taybet bû. Her wiha taybetmendiyek wê jî nêzîkatiya li hemberî jinê bû. Têkiliya wê jinan cuda bû û dixwest her tim jin pêş bikeve. Ji bo diplomasiyê berê xwe da Ewropayê û piştî demek carek din hat wargehê. Mirov dizanî ku her tim çiyê meraq dike. Di dilê wê de her tim çiyayên azad hebû û her tim pirsa çiyê dikir. Hêza wê ya şoreşgeriyê bandorê li me kir. Ez bang li her kesî dikin ji bo bedelên wisa divê em bibin yek û dev jî kuştina hevdû berdin."   ‘Zarokên me li ber destê Sarayê perwerdê bûn'    Xatun wiha hestên xwe ya derbarê siyasetmedar Sakîneyê de anî ziman: "Ez bejna xwe li ber şahadeta heval Sara di tewînim û bi rêzdarî bibîrtînim. Tevayî dewletên cîhanê ketin pey heval Sara û heta ku ew şehîd xistin. Dema me bîhistî heval Sara hat şehîdxistin em matmayî man û bandorek ne baş li ser me hişt. Ji ber ku jinek şoreşger bû, jinek welatparêz bû, jinek azadîxwez bû. Her wiha her tim li pêy heqîqetê bû. Bi taybetî jî li ser jinê jî bi bandor bû. Her wiha zarokên me li ber destê wê perwerde bûn. Bandora wê li ser zarok û ciwan gelekî zêde bû. Heval Sara bi zanetî hedef hat girtin û hat qetilkirin. Lê ji bo em xwedî li mîrateyên wan derkevin divê em yekitiya xwe avabikin û li dijî dijminan têbikoşîn."