ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-08 09:00:00   *Xaliya Elî ya 40 sal in mêşên hingiv xwedî dike diyar kir xwedîkirina mêşên hingiv sebir û baldariyê dixwaze û wiha got:"Ez sûdê ji xwedîkirina mêşên hingiv digirim." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Komeleya Tîrêj a herêma Firatê Emîra Mihemed Elî têkildarî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê û bikaranîna moşekên MRLS'ê nirxandin kir. Emîrayê wiha got:"Bikaranîna moşekên MRLS'ê ya li dijî navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê, bi erêkirina hemû dewletên navneteweyî ne. Ev nayê qebûlkirin."  DÎMEN HEYE    *Çalakiya grevên birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên girtiyan hat destpêkirin berdewam dike. Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de cih digirin bertek nîşanî bêdengiya civakê dan û banga piştgirî û xwedîlêderketinê kirin. DÎMEN HEYE   *Jinên Mexmûrê bal kişandin nêzîkatî û helwesta Sakîne Cansiz û gotin: "Heza wê ya şoreşgeriyê, dilnizmbûna wê û fedakariya wê bandorê li me kir. Her wiha tişta ku qebûl nedikir jî neheqî bû. Ji bo xwedî li derketina keda wê divê em yekitiya xwe avabikin."  BI DÎMEN    *Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li paytexta Parîsê ya Fransayê di 2013’an de bi Sakîne Cansiz re hatin qetilkirin, her çiqas jiyana wan li surgunê bidome jî dest ji têkoşînê bernedan. Jinên ku riya wan ji Mezopotamyayê dirêjî Ewropayê bûn, ji têkoşîna azadiya jinan a îro re bûn ronahî.