Cezayê miebedê li Hisên Ebdo Ebas hat birîn 2021-01-07 17:09:18   KOBANÊ - Şêniyên Herêma Firatê di platforma ku Desteya Edaleta Civakê ya Herêma Firatê li dar xistiye cezayê miebedê li kujerê bi navê Hisên Ebdo Ebas ku jina pê re zewicî û zarokê xwe kuştiye hat birîn.   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cara yekemîn dadgeha biryargirtinê ji aliyê civakê ve tên dayîn. Gelê Kobanê beşdarî platforma kujerê bi navê Hisên Ebdo Ebas ku jina pê re zewicî û zarokê xwe kuştiye, bû û kujer darizandin.    Di 22'yê Sibata 2020'an de jina bi navê Hûda El- Elî ya 26 salî û zarokê wê Azad Hisên yê 7 salî di saet 20:30'an de ji aliyê mêrê pê re zewicî Hisên Ebdo Ebas li daristana Kobanê hatin qetilkirin. Piştî ku lêpirsînên di derbarê cinayetê de bi dawî bû, Desteya Edaleta Civakî ya herêma Firatê biryar girt ku  platforma darizandina kujer were çêkirin. Platform li navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat çêkirin. Di platformê de Rêxistina Kongreya Star, Mala Jinê, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Meclîsa Edaletê, Dadgeha Gel, parêzer û malbata kujer, malbata Hûda û parêzerê wan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, mêvan ji bajarê Minbicê beşdar bûn.  Hejmara beşdarvanan gihîşt  75 kesî.   Di vekirina dadgeha darizandina kujer Hisên de weke cara yekem platformeke wiha li bajarê Kobanê tê çêkirin. Biryara darizandina kujer li gor nêrîna gel hate girtin. Desteya Edaleta Civakî bi alîkariya şêniyan kujer darizandin.   Biryara ku dadgehê û gel bi hev re girtiye wiha ye: Kujer Hisên Ebdo Ebas wê 30 milyonê bide malbata jina bi navê Hûda ya ku pêre zewiciye. Her wiha cezayê miebetê lê hate birîn.