Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir 2021-01-07 15:56:40   DÊRSIM - Polîsan bi hinceta "OHAL û ewlehiyê" destûr neda merasîma bîranîna Sakîne Cansiz pêk were.    Hersê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 8 sal beriya niha li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li her deverê ji bo hersê jinan çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Jinên ku xwestin biçin serdana goristana Sakîne Cansiz hatin asteng kirin. Dora goristanê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.     Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Ayşe Acar Başaran, Semra Guzel û Remziye Tosun xwestin biçin ser goristanê lê hatin astengkirin. Polîsan bi hinceta “OHAL û ewlehiyê” destûr nedan merasîma bîranînê.    Parlamenter Ayşe, destnîşan kir ku serdana gora tu kesî nayê astengkirin û wiha bertek nîşanî polîsan da: “Tenê ev astengkirina serdana goran li Tirkiyê pêk tê. Ev bi ehlaqî jî û hiqûqî jî nayê qebûlkirin. Me dît ku îro li vir biryarek taybet hatiye girtin û serdan hatiye qedexekirin. Hûn jî di wê ferqê de ne ku xebatên me siyasî tên astengkirin. Lê belê hûn îro li vir xebatek me ya mirovî asteng dikin. Hûn jî dizanin ku li vir OHAL û pirsgirêka ewlehiyê nîne.”    Parlamenter û rêveberên HDP’ê li ser astengkirinê vegeriyan avahiya HDP’ê ya Dêrsimê û li vir bernameyê li dar xistin.