Çalakiya kon a li Kobanê di roja 5'an de didome 2021-01-07 13:23:26   KOBANÊ - Çalakiya kon a bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya girtiyên di zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, di roja 5'emîn de didome.   Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya bi girtiyên di zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ku di 27'ê Mijdara 2020'an de dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, êdî bes e ji tecrîdê re, azadî ji Rêber Apo re", çalakiya kon di roja 5'emîn de didome.    Kon bi alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, siyasetmedar Leyla Guven, wêneyên çalekvanan û pankartên bi nivîsa "Berxwedan û cenga Heftenînê silav dikin, xeta îxanetê û êrîşa dewleta tirk a faşîst şermezar dikin", "Kes nikare roja me tarî bike" û "Berxwedana jinê faşîzma Erdogan têk bir" hat xemilandin.   Di roja 5'emîn de Hêza Parastina Civakî, Komîteya Silhê, Edalet û bajarokê Sirînê serdana kon kirin. Di danê êvarê de wê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Desteya Perwerdeyê serdana kon bikin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin li ser navê Edaleta Civakî Bekir Cerade û li ser navê bajarokê Sirînê jî Mistefa Mislim hatin kirin.   'Em hêza xwe ji berxwedana girtiyan digirin'   Hevserokê Şaredariya bajarokê Sirînê Mistefa Mislim di derbarê çalakiyên girtiyên zindanan de wiha got: "Li vê herêmê tenê yek hêz heye ew jî hêza zarokên vî gelî QSD ye. QSD'ê nûnertî û parastina xaka xwe li hemberî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê dike. Me gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe soz daye ku em tucarî gavan paş ve navêjin. Em ê şopdarên şehîdên xwe bin, em ê rûmeta xwe biparêzin heta ku em hemû herêmên xwe ji dewleta tirk û çeteyên wê rizgar nekin em ranewestin. Dewleta tirk ji milekî êrîşî herêmên me dike û ji milekî jî mafên girtiyên siyasî binpê dike. Lê berxwedana girtiyan a li dijî polîtîkeyên dewleta tirk cihê serkeftinê ye. Em wek gelê Sirînê û pêkhateya Ereb piştgiriya hemû kesên ku niha ketine girava birçîbûnê dikin."   Her wiha Endamê Edaleta Civakî Bekir Cerade jî wiha axivî: "Ev sekna hevalên me yên di gireva birçîbûnê de ne silav dikin. Kiryarên dewleta tirk ên li ser Rêberê mirovahiyê Rêberê gelan em şermezar dikin. Heta dawiyê em ê  bi ruh û can parastina civaka xwe bikin, her wiha em ê fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biparêzin. Girtina siyasetmedar Leyal Guven bi xwe ne di cih de ye. Ji ber ku Leyla Guven tenê mafên Gelê Kurd diparast û xeta jina azad berdewan dike, lewma xwestin di şexsê Leyla de hemû jinên pêşeng têk bibin."