TAJÊ li gundan dest bi civînan kir 2021-01-07 11:34:11   ŞENGAL - TAJÊ, di çarçoveya plansaziya sala nû de dê li hemû gundên Şengalê civîna jinan li dar xibe. Jinan dê di civînan de bal bikişîne ser rêxistinbûna jinê û têkoşîna hevpar a jinan.    Bi sala nû re Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dest bi kar û xebatên xwe kirin. TAJÊ’ê di çarçoveya plansaziya sala nû de dê li tevahiya gundên Şengalê civînên jinan li dar bixe. Civîna yekem duh li gundê Borikê hat lidarxistin. Fermandara YJŞ’ê Axîn Întikam û endama Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî tevlî civînê bûn.    Axîn, di civînê de bal kişand ser pêvajoyê û wiha got: “Ev pêvajoya ku me li pêy xwe hişt zehmetiyên wê hebûn. Bi taybetî xwestin k piştî fermanê serdestiya xwe li ser vî civakî bidin avakirin. Lê me di fermanê de dît ku çiqas pêdiwî bi rêxistinbûnê heye. Piştî kedek mezin em hatin gihiştin vê astê. Em îro hatine wê astê ku ji tu dewletan hêvî nedikirin ku em bên wê astê. Ji bo avakirina Şengalê me gelek bedel dan. Me rêhevalên xwe yên gelek hêja windakirin û ji vir şûnde jî divê ji bo keda wan hevalan xweseriya Şengalê mîsoger bikin. Ger dijmin nekarî xeyalên xwe pêkbînin ji ber teêoşîna vî civakî ye."   Ferîde jî di civînê de bal kişand ser xwekuştina jinan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em jin ne bê hêzin û em dizanin ku em ji civakekî çawa hatine. Îro pergal wisa kiriye ku jin bê rol û bê mîsyon hiştiye. Ji ber vê sedemê jî jin di pirsgirêk û an jî tengasiyên biçûk de xwe bêçare dibînin. Yekane rêya li pêşiya pirsgirêk û xwekuştinan xwe birêxistinkirin û perwerdekirin e. Ev tişt jî erka me ya sereke ye. Em ê alîkariyê hevdû bikin û hevdû li pêş bixin. Em ê hewl bidin ku dawî li xwekuştina jinan bitin."