‘Piştevaniya jinan bi tayînkirina qeyûman naqede’ 2021-01-07 09:05:47   WAN - Emîne Bozkurt diyar kir ku yek ji sedemên tayînkirina qeyûman a ji bo STO’yan ev e ku, jinan ji nû ve derxin derveyê jiyanê. Emîneyê daxuyakirin ku piştevaniya jinan bi qeyûman naqede.   ‘Pêşnûme Qanûna Der barê Pêşîgirtina Fînansmana Belavbûna Çekên Îmhaya Girseyî’ ya ku parlamenterên AKP’ê da TBMM’ê, ji meclîsê derbas bû û bû qanûn. Di rewşa ku pêşnûme bê qebûlkirin de dikare qeyûm ji bo STO’yan bê tayînkirin an jî faliyetên wan bên sekinandin. Piştî pêşnûme qanûn çû meclîsê ji her derê Tirkiyeyê bangên, şûnde bikişînin hatin kirin.   Endama Komeleya Jinan a Star Emîne Bozkurt der barê tayînakirina qeyûman a ji bo komeleyan nêrînên xwe anî ziman.   ‘Jin wê carek din bên mexdûrkirin’   Ji Komeleya Jinan a Star Emîne Bozkurt destnîşan kir ku salek berê bi giştînameya wezareta karê hundir qeyûm tayînê şaredariyan hatiye kirin û bi KHK’ê saziyên jinan hatine girtin û bi armanca alternatîfê Komeleya Jinan a Star ava kirine. Emîneyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Endamên komeleyê piranî jinên di bin banê midûriyeta polîtîkayên jinan de dixebitin û bi KHK’ê hatine îxrackirin e. Ji ber wê bi tayînkirina qeyûman dîsa jin wê bên mexdûrkirin.”   ‘Jin xwedî lê derketin’   Emîneyê bi lêv kir ku wek her saziyê, xebatên wan jî ji ber pandemiyê neyînî bi bandor bûye û ev tişt anî ziman: “Tevî derfetên bi sînor me piştevaniya jinan mezin kir û bi taybet di vê pêvajoya salekê de jin xwedî li komeleyê derketin. Ne tenê serlêdanên ji bo şîdetê, zarokên rastî îstîsmarê hatibûn, jinên dixwestin dest ji mêran berdin serlêdan kirin. Ligel vê welatiyên dixwestin bi me re sohbetê bikin li deriyê me xistin.”   ‘Me ji bo 20 qadên hiqûqî serlêdan girt’   Emîneyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di fermiyetê de em 7 jin bûn lê ji roja em hatine avakirin bi sedan jinî re em xebatê dimeşînin. Heta niha gelek serlêdan hatin kirin. Di alî hiqûqî de jî bi dozên ku parêzerên me yên dildar jî tevlî bûne, bi giştî 20 serlêdanên me hene. Ligel vê bi derûnnasê me yên dildar re jinên mexdûrên şîdetê jî tên dermankirin.”   ‘Em ê heta dawî piştgiriyê bidin’   Emîneyê bi lêv kir ku jina bi navê B.T ya rastî şîdetê hatiye ji ser çapeniya civakî xwe gîhandiye wan û got: “B.T bi salan rastî şîdeta hevjînê xwe hatiye. Ji bo destberdanê serî li me da û piştevanî xwest. Destberdan mafeke lê mixabin, wek şermekê tê dîtin û jin mehkûmê zewacê tên kirn. Me ligel dermankirina derûnî parêzerê xwe xistin dewrê piştgirî da B.T. Em ê heta dawî jî piştgiriyê bidin.”   ‘Armanca esas bêdengkirina dengê civakê ye’   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de balkişan ser pêşnûmeya qanûna çûye meclîsê û got armanca esas ya vê ev e ku dengê civakê bê birîn û wiha dawî lê anî: “Fikrên civakê jî dibin mijara lêpirsînê û der barê vê de bi dehan salan ceza tê xwestin. Ji ber vê jî hema hema hemû hevalên me yên hatine îxrackirin an jî sazî hatine girtinê. Lê piştevaniya jinan bi qeyûman naqede û xebatên wan mehkûmê saziyan nikare bê kirin. Em ê di her rewşê de têkoşîna xwe bidomînin.”