'Sakîne Cansiz wêneyekî zindî ya dîroka têkoşîna jinê ye' 2021-01-07 09:04:51   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona  Hesekê Evîn Paşo teqez kir ku têkoşer Sakîne Cansiz rêya jiyanek bi wate li pêşiya jinan vekir û got:"Xeta berxwedana Sara û rêhevalên wê di şexsê rêheval Leyla Guven de dewam dike."   Di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Qetilkirina Sakîne û rêhevalên wê bandorek mezin li pey xwe hişt. Sara ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û hemû gelên azadîxwaz bi salan berxwedanek bêhempa di zindanê da meşand. Her wiha ji bo jinan gelek xebatên mezin meşand û li dû xwe têkoşînek bêhempa ji jinan re hişt. Têkildarî vê mijarê Endama Kordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo nirxandin kir.    'Sakîneyê dîrokek hêja û bi berxwedan afirand'   Evînê 9'emîn salvgera qetilkirina her sê jinên şoreşger bi bîr anî û da zanîn ku xeta berxwedanê ya ku her sê jinên şoreşger afirandibûn, îro bi sedan jinên têkoşer dewam dikin û got: "Têkoşer Sakîne Cansiz xwediyê porê sor û kesayeta bi hêz li bajarê Dêrsîmêdi sala 1958'an de çavê xwe li cîhanê vekir. Taybetmendiya xwe ya berxwedêr û ruhê xwe yê şoreşger ji bajarê Dêrsîmê wergirt. Di encama ewqas salî de dîrokek hêja û bi berxwedan afirand û ji me re hişt. Hemû jinên kurd ji wê dîroka bi hêz feyz girtin."   'Sakîne Cansiz wêneyekî zindî ya dîroka têkoşîna jinê ye'    Evînê diyar kir ku Sakîneyê ji bo tevahî jinên cihanê sembola jina azad û berxwedêr e û wiha domand: "Têkoşer Sakîne Cansiz çirûska ronahiyê di nava tarîtiyê de vêxist û bû yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê û yek ji endamên jin ên destpêkê ku karibû bendên bêdengiyê bişkîne û navê Sara ji xwe re weke navekî tevgerî pejirand. Şehîd Sakîne wêneyekî zindî ya dîroka têkoşîna jinê ye, ji destpêkê ve xwedî biryardayîna têkoşîna li dijî kevneşopiya civakê bû. Rêheval Sakîne, bi seknek Apoger di jiyana xwe ya şoreşgerîyê de mîrasek ji jina kurd û jinên cihanê re hiştiye. Xeta rêheval Sakîne di roja me ya îro de di Şexsê Barînan, Hevrîn, dayika Eqîde û Leyla Guven de dewam dike. Ji ber ku rêheval Sakîne bîngeha cesaret, fedekarî û berxwedanê ya di avakirina PKK’ê de di dilê bi hezaran jinên kurd de da avakirin."   'Jiyana min her şer bû'   Evînê  bal kişand ser pirtûka Sakîne Cansiz a ku tê de rastiya jiyanê û hezkirina Gelê Kurd vedibêje  û got: "Berxwedana têkoşer Sakîne Cansiz, lêgerîna wê ya bi kesayeta jina azad hişt ku pirtûkek bi navê "Jiyana Min Her Şer Bû" binivîse. Di naveroka vê pirtûkê de rastiya jiyanê û hezkirina Gelê Kurd hate şîrovekirin û rastiya wê weke jineke şoreşger û berxwedêr vedibêje. Pirtûk di sala 2016'an de hate çapkirin û li seranserî Kurdistanê hate belavkirin. Her wiha belgefîlmek di derbarê wê de hate amadekirin. Em ê herdem şopdarê Sakîneyan bin."   'Bi hêza Sakîne zindan veguherî qada berxwedanê'   Evînê da zanîn ku têkoşer Sakîne Cansiz berxwedan û têkoşîna xwe li gor rêgeza jiyana wekhev û mafê Gelê Kurd dida meşandin û wiha pê de çû: "Dema Sakîne Cansiz di girtîgehê de bû şêwazên îşkeceyê bandor li hêza kesayete Sakîne Cansiz nekir, ji ber Sakîne Cansiz bi armanca xwe ve girêdayî bû. Her wiha zindana ku tê de hatiye girtin veguherî qadek din a berxwedanê. Dîwarên zindanê şahidê berxwedana wê bû. Heta di dema îşkenceyê de tirs kiribû nava dilê dijminan û tucarî  teslîmkarî qebûl nekir. Îro  xeta berxwedanê û azadiya gelê bindest di şexsê rêheval Lela Guven de tê meşandin û zindana dewleta faşîst a tirk veguherî qada berxwedana jinan a li hember zordarî û mafxwarinê."