Yuksel Almaz: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin 2021-01-07 09:03:49   Sema Çaglak   AMED - Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almaz diyar kir ku li ser malbatan îşkenceyeke sîstematîk tê meşandin û got: "Bi saetan malbatan li ber deriyê morgan didin hiştin, cenazeyan li goristana bêkesan defin dikin û bi vê re îşkenceya derûnî li malbatan dikin. Tevî van yekan jî hêzên dewletê gefan li malbatan dixwin. Lê em malbatan qet bi tenê nehêlin û heta dawiyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”   Binpêkirina mafan a ku bi cûr bi cûr zext û êrîşan xwe dide der, herî zêde bi êrîşên li ser goristanan xwe dide der. Bi taybet jî ji sala 2015'an de êrîşên li ser goristanan ku hatin kirin her ku diçe zêde dibin. Li bajarên wekî Amed, Colemêrg, Wan, Mûş, Êlih, Çewlik û Şirnexê çend caran êrîşî goristanan hat kirin û bi vî awayî gor hatin rûxandin û kevirên wan hatin şikandin. Her wiha malbatên xwediyên cenazeyan jî ji aliyê hêzên dewletê ve bi gef û zextan re rûbirû mabûn. Dîsa malbatên ku bi salan cenazeyên zarokên xwe dixwazin tevî serlêdan û testên DNAyê ku didin jî dîsa nikarin cinazeyên xizmên xwe bigirin û zezt li wan tên kirin.    Têkildarî mijarê, Hevseroka Komeleya Çand û Yekitiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Jêderka Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER ) Yuksel Almaz nixandin kir.     'Êrîşên li ser goristanan encama polîtîkayên şerê taybet e'   Yuksel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rûxandina goristanan û wiha got: "Êrîşa li ser gorîstanan yek ji polîtîkayên şerê taybet e. Desthilatdar bi hemû alavên xwe yên şer êrîş dikin. Di sala 2015’an de dest bi êrîşên li ser gorîstanan kirin û ji wê şûnde bênavber êrîşên xwe zêdetir kirin. Îsal jî êrîşên xwe li ser goristana Sîsê ya Lîcê berdewam kirin. Her wiha li gundên Farqînê Kureşa, Şanli û Mîr Elî jî êrîşî gorîstanan kirin. Herî dawî derdora Goristana Sîsê, şewitandin. Şewat gîhaştibû gund jî. Bi zanebûn mudaxele nekirin û nehiştin tu kesek jî mudaxeleyî şewatê bike."   'Li ser malbatan îşkenceyeke sîstematîk tê meşandin'   Yukselê, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li ser malbatan îşkenceyeke sîstematîk tê meşandin û ev tişt anî ziman: "Xebatên me yên îsal bi piranî li ser daxwaz û serlêdanên malbatan pêk hatin. Wekî tê zanîn îsal êrîş û rûxandina gorîstanan herî zêde di rojevê de bû. Em jî li ser vê mijarê sekinîn û bi amedekariya bernameyekê me xebatên xwe meşandin. Di çarçoveya xebatên me de herî zêde hevdîtina bi malbatan re derket pêş. Ji bo piştevanî û alikariya malbatan serlêdana me bi wan re berdewam e. Heta niha 7 cenaze radestî malbatên ku serî li saziya me dane hatine kirin. Lê hîna gelek cenazên ku nehatine dayîn hene. Derbarê radestkirina cenazeyan de kêfî tevdigerin. Ango malbat diçin testa DNA'yê  didin û li benda encama DNA'yê dimînin. Bi saetan malbatan li ber deriyê morgan didin sekinandin û her wiha ew nêzî salekê ye dayina cinazeyan jî dane sekinandin. Di heman demê de bang li malbatan dikin û dibêjin "werin cinazeyên xizmên xwe bigirin" lê di wê navberê de jî cenazeyan li  goristanên bêkesan defin dikin. Malbat jî li hemberî vê zilmê bertekên xwe nîşan didin û serî li komeleya me didin. Me jî li ser daxwaza malbatan bernameyek çêkir û her hefte roja înê li gel malbatan bi armanca ku em dengê wan bidin bihîstin  em daxuyaniyê didin."   'L imalabtan gefan dixwin û êrîşî wan dikin'    Yukselê, anî ziman ku di heman demê de li malbatan gefan dixwin û êrîşî wan dikin û got: " Herî dawî li gundê Farqînê êrîşê malbatên ku daxwaza cenazeyên xizmê xwe dikirin hat kirin. Ji bo polîtîkaya şerê tayebt di serî de malbatên kên hatine qetilkirin hedef hatine girtin. Bi gef û êrîşên li ser malbatan armanc dikin ku wan tenê bihêlin. Dixwazin ku malbat mafên xwe neparêzin û hay jê nebin."    'Em ê her tim piştgiriya malbatan bikin'   Yukselê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zextên li ser komeleya wan ku tên kirin û wiha lê zêde kir: " Em wek endam û rêveberên MEBYA-DER’ê êrîş û zext li me jî tên kirin. Xebatên me tên astengkirin, endamên me tên binçavkirin. Hem li ser malbatan zextê pêk tînin Hem jî li ser komeleya me heman tiştî dixwazin bimeşînin. Bi vê yekê tunekirina xebatên me armanc dikin. Xebatên me ne tenê ne ji bo malbata ne. Her wiha li dijî sîstemê ne jî. Di rêziknameya me de gelek xalên berfireh hene. Em ê hertim piştgiriya malbatan bikin û di hêla fermiyetê de çi pêwist be em ê bibin alîkar. Bila malbat bê tirs serî li me bidin û em ê xebatên xwe bimeşînin."