Ferhaya tevlî greva birçîbûnê bûye: Em ê bi yekitiyê bi ser kevin 2021-01-07 09:02:42   Medya Uren    MÊRDÎN - Ferha Akbulut li dijî Kompolaya Navneteweyî tevlî têkoşînê dibe û ev jî bi tevayî jiyana wê diguherîne. Ji bo Ferhayê êdî rawestandin tunebû û her qadên jiyanê ji bo wê bibûn qadên têkoşînê. Ferha wiha dibêje: "Şikandina tecrîtê tê wateya azadiya hemû gelan. Tenê em bi yekitiyê dikarin bi ser kevin."   Niha di rojeva Kurdistaniyan de greva birçîbûnê ya girtiyan heye. Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de greva birçîbûnê hat destpêkirin. Pêl bi pêl grev belav dibe. Ji sala 1999’an heya îro li dijî tecrîdê gelek caran grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Ferha Akbulut jî yek ji wan kesane ku di sala 2001'an de yekem car tevlî greva birçîbûnê dibe û ev tişt jiyana wê diguherîne. Ji bo Ferhayê têkoşîn dest pê dike. Edî ji bo Ferhayê li malê rûniştin ne dibû.    ‘Me berê her tiştî hişmendiya feodal şkand’   Ferha Akbulut li gundê Mazîdaxê ji dayik dibe û mezin dibe. Di 15 saliya xwe de bi zorê tê zewicandin. Piştre jî jiyana xwe li Qosera Mêrdînê didomîne. Piştî ku têkoşîna azadiya kurd li bakur deng dide û mezin dibe ew jî zincîrên hişmendiya feodal ya mêr dişkine. Ferha wiha qala vê pêvajoyê dike: “Bi girtina Abdullah Ocalan re ez bi awayek çalak ketim nava xebatên partiya siyasî. Berê digotin şerme dernekevin derve û an jî digotin şerme ku jin bikevin nava siyasetê. Bi vê re me hemû zincîran şikand. Êdî jin bi hêztir dengê xwe bilindkirin û bi xwe têkoşîna xwe dan."   'Li hemberî komployê em bûn yek’   Ferha di axaftina xwe de wiha bal kişand ser çalakiyên ku li dijî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî lidarxistin: "Cîhan li ber çavê me tarî bû. Hêviyên me hatin kelepçe kirin. Êdî çavên me ji reş bûn. Vê demê kolanên Qoserê bi dengê dirûşmeyan û ji qêrîna gel her cih kiribû dojeh. Em ketin kolanan û me hêrsa xwe bi hev re parve kir. Ew qad ji me re dibû hêz, me ji hev feyzê digirt. Ji ber ku çiqas komplo pêkhatibe ji bi hezaran kurd rakir ser piyan. Yekitiyek wisa xweş hebû ku niha tê bîra min çavên min tijî dibe. Cara yekem ji di sala 2001’an de em weke komek me bi awayek dorveger dest bi greva birçîbûnê kir. Wê demê ji min re gotin tu nexweşî û tu derman dixwî. Lê min got na mirin ji be jî ez di vê oxirê de ez amade me. Hemû hevalên me ji bi vînek bi hêzek çalakiyên xwe dan berdewam kirin.”   'Berxwedan hêj jî didome...'    Ferha diyar kir ku heta niha ji ew çalekî berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Ji derveyê vê ji li her deverî, li her qadî me çalakiyên xwe xebatên xwe da berdewam kirin. Hîna ji bi rêya hevalan ev berxwedan berdewam dike. Niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Ev jî ji wan û hişmendiya wan ya ku dixwazin kurdan tasfiye bikin re dibe bersiv. Hîna kurd berxwe didin û hîna bi hêz in. Ez bi bawerim ku çawa jin zincîrên xwe şkandibûn wê îro bi hêza yekitiyê ji tecrît bişke. Heya ku em wan rojan nebînin ji em naxwazin bimrin.”   Ji ber cilên keske sor ceza lê hat birîn   Ferha di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên li hemberî kurdan û wiha got: “Carekî ez bi cilên keske sor çûm qada Newrozê. Piştî demek dirêj polîsan hatin min ji partiyê girtin. Armanc tirsandin bû. Her wiha polîsan bang li hevjînê min jî kirin û jê re gotin 'Hevjinê te çima diçe partiye, di Newrozê de cilên rengîn li xwekiriye' Hevjînê min bertek nîşanî gotinên polîsan da û got 'Ferha azad e, ger bixwaze dikare biçe her derê' Piştî binçavkirinê ez hatim girtin û min şandin Girtîgeha Amedê. Di rê de ez bi êrîşa derûniyê re rûbirû mam."   Li ser navê wê 150 dosya hatine vekirin   Ferha piştî hat berdan li cihê ku mayî li vir dest bi xebatan kir. Ferha bi xebatên xwe û helwesta xwe li Qoserê dihat nasîn. Ferha 65 salî ye lê derbarê wê de 150 dosya hatine amadekirin. 3 caran hatiye binçavkirin û cerek ceza girtiye. Li dijî tecrîdê gelek caran beşdarê çalakiyên greva birçîbûnê bûye. Piştî demekî pirsgirêkên wê yên tenduristiyê derdikevin. Ji herdû piyên xwe emeliyat dibe. Ji ber vê jî niha nikare wekî berê bi çalak tevlî xebatan bibe. Ferha di axaftina xwe de xemginiya xwe wiha anî ziman: "Dil dixwest heta dawiya emrê xwe di nava xebatan de bibûma. Lê niha ez nikarim bimeşim û ev tişt min gelekî xemgîn dike."   ‘Çalakiya girtiyan silav dikim’   Ferha herî dawî piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan parve kir û got: “Bê tifaq serkeftin ya me ye. Ger ku em bi vî şeklî hêviyên xwe wenda nekin û ji bo wê têbikoşin tiştek nikare me bin bixe. Ez çalekiya girtiyan pîroz dikim. Divê em hemû bibin piştgir ji bo wan. Tenê bi yekitiyê em dikarin bi ser kevin. Şikandina tecrîtê ji tê wateya azadiya hemû gelan. Ez serkeftinê dixwazim û dubare çalekiya wan silav dikim.”