'Tirkiye destûra xwe ya bingehîn nasepîne' 2021-01-06 17:08:44   MELETÎ - Siyasetmedara girtî Sebahat Tuncel di danişîna xwe û Gultan Kişanak de axivî û got: “Tirkiye destûra xwe ya ya bingehîn pêk nayne. Dewlet, siyasetmedarên kurd wek dijmin dibîne. Edalet li ku ye?”    Danişîna 9’emîn a doza siyasetmedarên kurd Sebahat Tuncel (Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê) û Gultan Kişanak (Hevşaredara Amedê ya berê) li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Meletiyê hat lidarxistin. Dadgeha Meletiyê ceza li Gultan û Sebahat birîbû, lê belê Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê cezayê hatibû birîn xera kiribû û doz li Dadgeha Meletiyê dewam dike. Gultan û Sebahat ji Girtîgeha Kandirayê ya Jinan bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan jî ji edliyeyên Amed û Mêrsînê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Malbata Sebahat di eywana danişînê amade bû.    'Tirkiye destûra xwe ya bingehîn nasepîne'   Dozger biryara xwend. Piştî biryara dozger Sebahat Tuncel dest bi parastinê kir û diyar kir ku ew ê di her şert û mercan de parastina xwe bikin, gardiyanan bi ser odeyên wan de girtiye û dest danîne ser ewraqên wan û li gel diyar kirine ku danişînên wan hene jî rêveberiya girtîgehê ewraqan nedaye wan.    Sebahat wiha axivî: “Niha li girtîgehan li dijî binpêkirinên mafan û tecrîdê însan di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tirkiye destûra xwe ya bingehîn nasepîne. Dewlet, siyasetmedarên kurd wek dijmin dibîne. Edalet li ku ye? Di serdema faşîzma 12’ê Îlonê de jî ewqas zext li ser dadgehan tune bû.   'Tu eleqeya wê bi pergala demokratîk re nîne'   Sebahat wiha domand:"Dozger hewcehiyê bi lêkolînkirina dosyeyan nabîne û bêyî lêkolîn bike dosyeya datîne pêşiya me. Daxuyaniyên me, civînên me, serdanên şînan, axaftinên me wek endamtî û propaganda datîne û li dosyeyê bar kirine. Ne li dadgehên herêmî û ne jî dadgehên din yek ji wan di tu qonaxê de îfadeyên me negirtin. Di dosyeyên ku îfadeyên me negirtine de dixwazin me ceza bikin. Em di şertên wiha de dixwazin qala xwe bikin. Ez hevseroka giştî ya DBP’ê bûm. Wezîfeya min bû ez îqtîdarê rexne bikim. Ji bo min rexne li wan girtiye, lêpirsîn li ser min tê kirin. Ev jî xwe di pergala hiqûqê de baş dide nîşandan ku hiqûq ketiye çi astê. Dewlet hêza di destê xwe de bi kar tîne û zextan li ser muxalefetê dike. Tu eleqeya wê bi pergala demokratîk re nîne."   ‘Ez siyasetmedarên jin bi bîr tînim’    Sebahat bertek nîşanî guhertina şandeya dadgehê da û ji bo pirsa her sê jinên siyasetmedar li Silopiya hatbûn kuştin kirine tên darizandin. Sebahat got ew her sê jinan bi bîr tîne.    'Tiştekî bibe mijara darizandinê nîne'   Pişt re Gultan Kişanak axivî û destnîşan kir ku tu tişek ku wê pê werin sûcdarkirin û bibe mijara sûc û pê werin darizandin nîne û ev yek ji aliyê her kesî ve baş tê zanîn û ji ber şert û mercên parastina wan nayê başkirin ew nikarin parastina xwe bikin. Gultan anî ziman ku sûcdariyên xistine stûyê wê negihîştine ber destê wê û ji bo ew baştirîn parastina xwe bike divê materyalên derbarê dosyeyê de bidin wan da ku ew parastina xwe bikin. Gultan da zanîn ku tiştên pê tên sûcdarkirin û îdeayên di dosyeyan de bi giştî heman sûcdarî ne.    Pişt re parêzerê Gultan, Mehmet Emîn Aktar parastina miwekîla xwe kir û ragirtina miwekîla wî ewqas dirêj dom dike sûcê binpêkirina maf e, parastinek birêkûpêk jî mafek e û xwest miwekîla wî were berdan.    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî parastina siyasetmedaran kir û destnîşan kir ku tiştek ew ê bêje nîne û got: “Heke we dadger û dozgeran çend biryarên DMME’yê xwendibe û dizanibin û tevî vê yekê jî hûn miwekîlên me bernadin, ev tê wê wateyê hûn ne dadger in.”    Biryara berdewamiya girtinê   Piştî navberê şandeya dadgehê bi biryara naveroka dosyeyan were lêkolînkirin, biryara dewama girtina siyasetmedaran da. Danişîn taloqî 26’ê sibatê hat kirin.