'Dewleta tirk bi siyaseta xwe ber bi hilweşînê ve diçe' 2021-01-06 15:39:40   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên ku li Kobanê beşdarî çalakiya gireva birçîbûnê bûne diyar kirin ku dewleta tirk dijberiya azadî, wekhevî û demokrasiyê dike û gotin: "Tenduristiya girtiyan di xeteriyê de ye û ji vê ne tenê Tirkiye civaka navneteweyî ku bêdeng dimîne jî berpirsyare. Dewleta tirk bi bi siyaseta xwe ber bi hilweşînê ve diçe."   Çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger li Kantona Kobanê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, êdî bese ji tecrîdê re, azadî ji bo Rêber Apo" di roja 4'emîn de didome. Çalakiya ku dê hefteyekê bidome, îro Desteya Tenduristiyê, Meclîsa Navçeyên Kobanê, Meclîsa Kantona Kobanê û Meclisa Şaredariyê dewir girtin. Jinên ku tevli çalakiyê bûne nêrîna xwe parvekirin.   'Tenduristiya çalakvanan di xeterê de ye'   Hemşîreya bi navê Rûken Bozan bê helwesetmayîna rêxistinên mafên mirovan rexne kir û got: "Ev 41 roj in di zîndanên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê de çalakiyên gireva birçîbûnê berdewam dikin. Çalakvan xwe birçî dihêlin, birçîbûyîn jî bi dehan nexweşiyên cur bi cur bi xwe re tîne. Her wiha nexweşiyên girtiyan jî hene. Lê em dibînin ku tenduristiya girtiyan ji tu hêzan, rêxistinan û aliyan re ne xeme. Em bi taybet rêxistinên mafên mirovan rexne dikin û dibêjin hûn bi erka xwe ranabin. Li ber çavên we ewqas binpêkirin tên kirin, ka helwesta we?  Em bi berxwedan û çalakiyên xwe kêfxweş in, heta ku em neghêjin armanca xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin."    'Dewleta tirk ber bi têkçûnê ve diçe'   Her wiha Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Kantona Kobanê Lûjeyn El-Salim ku bi eslê xwe Ereb e jî bal kişand ser siyaseta dewleta tirk û wiha pê de çû: "Dewleta tirk ji siyaseta demokratîk ditirse, ji ber vê siyasetmedaran binçav dike. Ev yek jî teqez dike ku pergala dewleta tirk ber bi têkçûnê ve diçe, loma ew dixweze bi van kiryaran desthilatdariya xwe biparêze. Her wiha çavkaniya demokrasî û azadiyê jî ev 22 sal in di tecrîdeke girankirî de ye. Erdogan bi siyaseta xwe dijberiya azadî, wekhevî û demokrasiyê dike. Heger dewleta tirk difikre ku ew ê bi girtina Rêber Apo û girtiyên kurd hebûna kurdan qir bike, ew şaş e. Di roja îro de li tevahiya Kurdistanê û cîhanê felsefeya Rêber Apo belav bûye û Gelê Kurd jî hebûna xwe nîşan da ye."