Li Efrînê 2 jin û malbatek hatin revandin 2021-01-06 15:31:49   EFRÎN - Komên girêdayî dewleta tirk li Efrînê 2 jinên ciwan û malbatek revandin. Çarenûsa kesên hatin revandin ne diyar e.   Di 18'ê Adara 2018'an de herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hate dagirkirin. Roja ku Efrîn hatiye dagirkirin heta îro li wê herêmê kiryarên ne mirovî mîna revandin, îşkence, qetlîam, dizî, talanî û guhertina demografîk pêk tên. Ruxmê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê kiryarên dewleta tirk belge kirine, lê heta niha tu rêxistin helwestek ji sûcên dewleta tirk re raber nekirine.    Li gor çavkaniya ji Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê hatiye girtin, Istixbarata dewleta tirk jina ciwan a bi navê Fatma Mihemed Reşkêlo ya 16 salî û ji gundê Moseko ya navçeya Reco ya Efrînê bi alîkariya komên bi navê Ehrar El-Şerqiyê di 21'ê Kanûna 2020'an de revandine û heta niha çarenûsa wê ne diyar e.    Her wiha li gor çavkaniya ji Rêxistinên Mafê Mirovan a Efrînê hatiye girtin, Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê malbatek ji niştecihên gundê Kefer Şîlê ya Efrînê revandine û kesên ku hatine revandin navê wan wiha ne: Ednan Cimo (50), Fatma Mehmûd (50), jina ciwan Aliye Cima 13 salî û Rizgar Ednan 25 salî. Ev malbat radestî komên bi navê El-Hemzet hatine kirin.   Li gor çavkaniya ji Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê hatiye girtin heta niha çarenûsa malbat û jina ciwan, her wiha sedema girtina wan ne diyar e.