TJA'yê jinên siyasetmedar ku li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn 2021-01-06 14:59:46   AMED - TJA'yê ji bo 3 jinên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan  merasîma bîranînê li dar xist.    Tevgera Jinên Azad(TJA), bi minasebeta salvegera qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Payitextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyala Şaylemez û sê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze nayir ku li Sîlopiyê di 4'ê Çileya 2016'an de hatin qetilkirin merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de wêneyê 6 jinên siyasetmedar hatin hilgirtin. Her wiha pankarta " Ji Sarayan heta Sêvêyan dê jinên têkoşer hişmendiya komplogeran vala derxînin" hate daliqandin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun û Dêrsîm Dag, Berdevka TJA'ê Ayşe Gokkan û gelek jin tevlî merasîmê bûn.    Piştî rêzgirtinê, têkildarî têkoşîna jinan sînevîzyonek hat pêşandan. Jinan di kêliya sînevîzyonê de gelek caran dirûşmên " Jin jiyan azadî" berz kirin.   "Soz ji bo Sakîneyê, em ê Kurdistanê bikin wek gulistan"   Dêrsîm diyar kir ku ew ê li pey têkoşîna wan jinên ku kedekê mezin dane bin û got: " Jinên ku di têkoşîna azadiya jinan de cih girtine gelek kedekê mezin dane. Em dibêjin bila soza me ji bo Sakîn ku em ê Kurdistanê bikin wek Gulîstan û heta dawiyê em ê li pey doza wê û hevrêyên wê bibin. Em ê lîstîkên li ser jin û bi giştî li ser kurdan bi rihê têkoşîna wan jinên têkoşer vala derxînin. Bi qasî ku Tirkiyê ji vê qetlîamê berpirsyar e di heman demê de Fransa jî berpirsiyar e. Heta ku ew hesab bê bipirsin em ê têkoşîna xwe bidomînin."   "Em kiryaran nas dikin"   Hevseroka BDP Salîha Aydenîz jî anî ziman ku hem komkujiya Parîsê hem jî komkujiya Silopiyê girêdayiyê hev in û wiha lê zêde kir: " Kê komkujiya Parîsê pêk anîye ya Silopiyê jî wan pêk anîne. Lewra em kiryarn nas dikin. Çawa ku ji bo komploya navneteweyî dengek nehat derxistin di heman demê de ji bo wan komkujiyan jî nehatiye derxistin. Çiqas birêz Ocalan ji bo pirsgirêka kurd pêvajoya muzakereyê û diyalogan xwest çêke di salên 90'î de jî hertim li ser wan geşedanan destên qirêj dirêj bûn. Îro Gelê Kurd bi sekna Sakîneyan û jinên têkoşer xwedî statuye. Çawa ku heval Sakîne got  ' Jiyana min her tim şer bû" pêwiste ku ji bo Kurdan jî bi têkoşînê derbas be. Ji ber ku em li ser erdnîgariya Kurdistanê bi hezar salane dijîn. Ew dewletên ku dixwazin me parçe bikin naxwazin aştiyeke mayînde pêk were hertim li ser me bi komkujî û şer bersivê didin. Divê em soz bidin ji xwe re ku mîrateya wan jinên têkoşer hildin. Divê dema me serê xwe danî ser balîfê em li doza xwe bifikirin û li pey çareseriyê bin."   'Em ê heta dawiyê hesabê qetlîyamê bipirsin'   Salîha destnîşan kir ku heta ew kiriyarên komkujiyê hesab nedin wan wê têkoşîna xwe berdewam bikin û got: "Êrîşa li ser rojava, başûr û bakurê Kurdistanê îro êrîşa li ser tevahî Kurdistanê ye. Heta ku erdnigariya Kurdistanê azad nebe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Her wiha heta ku ew kiriyarên komkujiyê hesab nedin em ê dev jê bernadin. Em ê heta dawiyê hesabê qetlîyamê bipirsin."    'Jinên kurd îro ji şoreşa jinên cîhanê re rêveberiyê dikin'   Herî dawî jî Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan axivî û got: "Em dizanin ku berxwedana wan jinên têkoşer berxwedana herî rewa ye. Jinên kurd îro şoreşa jinên cîhanê re rêveberiyê dike. Azadiya jinên kurd azadiya jinên cîhanê ye. Lewre îro hewce ye ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Divê kurdên li derve barên li ser milên xwe rênekin zindanan û berxwedanek topyekûn bê dayîn."