Ji bo 6 jinên kurd ên siyasetmedar çalakiya bîranînê 2021-01-06 14:39:04   WAN - Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo 6 jinên siyasetmedar ên kurd ên li Silopiyayê û Parîsê hatin qetilkirin çalakiya bîranînê hat lidarxistin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Aktivîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi KHK'ê hat girtin, Endama Meclîsa Partiyê (PM) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ên di 4'ê Çileya 2016'an de di dema qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin û ji bo ji damezrênerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera Partiya KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin çalakiya bîranînê li dar xistin.     Berî çalakiya li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê hat lidarxistin qurnefîl û find danîn ber wêneyên 6 jinên hatin qetilkirin. Tevî jinan gelek mêr jî beşdarî çalakiyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Tuşbayê Edibe Babur ji bo jinên siyasetmedar ên hatin qetilkirin wiha got:"Wan ji bo azadiya gel mirin dan ber çavan û wan mîrateya azadiyê ya bi qansî gerdûnê li dû xwe hiştin. "   Piştî çalakiyê sinevizyona jiyana 6 siyasetmedarên jin rave dikir hat temaşekirin.    Çalakî bi xwendina helbestê bi dawî bû.