Endamên Aboriya Jinê li Çiyayê Kizwanan kooperatîf vekirin 2021-01-06 13:25:00   HESEKÊ - Endamên Aboriya Jinê bi armanca geşkirin û pêşxistina aboriya jinê li Çiyayê Kizwanan, kooperatîfek çêkirina nanê tenûrê û sêlê vekirin.    Di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, jinan şoreşeke aborî jî pêk anîne û di heman wextê de jî bi armanca geşkirina wê, her di nava liv û tevgerê de ye. Taybet piştî rizgarkirina Çiyayê Kizwanan a ji DAIŞ'ê, jinên ji hemû mafên xwe bêpar mabûn, niha di nava komîn û meclîsan de xwe bi rêxistin kirin. Gelek kooperatîfên Aboriya Jinê hatine avakirin.    Endamên Aboriya Jinê ya navçeya Til Temirê, di nava du salên dawî de gelek kooperatîf bi armanca pêşxistina aboriya jinê û zindîkirina çanda çandiniyê û çêkirina nanê sêlê, ava kirine. Îro jî li gundê Xera yê girêdayî Çiyayê Kizwanan Aboriya Jinê kooperatîfa nanê sêlê û tenûrê, ku 4 jin tê de dixebitin, vekirin.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Rêvebera Aboriya Jinê Zehra Mihemed axivî.    Zehrayê vekirina kooperatîfê li jinên Çiyayê Kizwanan pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Jinên ku di nava dîrokê de xwedî kedeke pîroz bûn û hemû zanistên heyî wê keşif kiribûn û heya roja me ya îro anîye, cihê kêfxweşiyê ye. Lewra îro em bi hemû kooperatîfên ku ava dikin, hewil didin çanda jinên kedkar biparêzin. Pêwîstî pê heye ku hemû jinên Ereb xwedî li keda xwe derkevin û ji bo pêşxistina aboriya jinê, her têbikoşin."   Piştî vekirinê  şêranî û nan li mêvanan hat belavkirin.