Dayikên Gerîla êriş şermezar kirin 2021-01-06 12:50:10   HESEKÊ - Dayikên Gerîla êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniykê şermezar kirin.   Di rêzeçalakiyên Dayikên Gerîla de, îro Dayikên Gerîla bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Dayikan di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildabûn. Daxuyanî li komîngeha Şehîd Felak ya bajarê Hesekê, ji aliyê Endama Meclisa Malbatê Şehîdan Nicma Şêxo ve hate xwendin.   'Dewleta tirk bi êrîşên xwe îradeya gelan hedef digire'   Dayikên Gerîla di daxuyaniyê de dan zanîn ku dewleta tirk qirkirina gelan dike armanc û gotin: "Em dayikên gerîla siyaseta dewleta tirk a dagirker ku qirkirina gelan dike armanc şermezar dikin. Êrîşên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê, îradeya Gelê Kurd hedef digire û dixwaze desthilatdariya Osmaniyan li hemû derê zindî bike. Zarokên me ji bo hebûn, ziman û xaka xwe tevlî nava refên azadiyê dibin. Em kurd in, lê mafê me binpê dikin û em mafê xwe yê jiyanî dixwazin. Em jî dixwazin xwedî ax, ziman û çand bin. Ji bo vê yekê zarokên me rêka heqîqetê hilbijartin û em ê herdem piştgiriyê bidin zarokên xwe. Pêwist e rêxistinên mafê mirovan li gor hesasiyeta me nêz bibin, ji ber em jî netewek in û daxwazê azadiya welatê xwe dikin."    'Divê em yekîtiya xwe xurt bikin'    Dayikên Gerîla di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya dewletên navneteweyî û êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi tund şermezar kirin û gotin: "Em bêdengiya dewletên navneteweyî li hember kiryarên qirkirinê yên ku dewleta tirk bi serê zarokên me pêk tîne şermezar dikin û bang li tevahî gelê Kurd dikin ku yekîtiya xwe xurtir bikin û rê nedin siyasetên pişaftin û dagikreriyê."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.